BI DÎMEN

‘Divê jin netewperestiyê derbas bikin û yekîtiyên konfederal ava bikin’

Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogû diyar kir ku divê jin netewperestiyê derbas bikin û yekîtiyên konfederal ên herêmî û gerdûnî ava bikin û got: “Dema em veguherîn sîstemeke gerdûnî, hingê em dikarin li dijî vê sîstemê têkoşîneke xurt bimeşînin.”

BERNAMEYA XWEBÛN

Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogû di bernameya Xwebûn a JinTV de axivî û diyar kir ku jin li herêm, qad û mala xwe hatine hepskirin û ji xeynî vê hewl tê dayîn ku hepsî netewperestiyê jî bên kirin. Çîgdem Dogû wiha got: “Divê jin vê netewperestiyê derbas bikin û di warê herêmî û gerdûnî de yekîtiyên konfederal ava bikin, ev yek pir girîng e. Aliyekî pir girîng ê têkoşîna me ya li dijî sîstema desthilatdariya mêr a gerdûnî, wê ev be. Dema em veguherîn sîstemeke gerdûnî, hingê em dikarin li dijî vê sîstemê têkoşîneke pir xurt bimeşînin. Em dikarin polîtîkayên gerdûnî, sîstema xwe ya parastina cewherî û nêzîkatiya xwe ya ekonomîk diyar bikin.”

Çîgdem Dogû di bernameya Xwebûn de bersiva pirsên Arjîn Baysal da.

Çîgdem Dogû diyar kir ku sîstema konfederal bi taybetî piştî guherîna paradîgmaya Rêbertî ya sala 1999’an ket rojeva wan û wiha got: “Rêbertiya me di pêvajoya Îmraliyê de sîstema modernîteya demokratîk di bingeh de bi şêwazê netewa demokratîk, konfederalîzma demokratîk formule kir. Li Kurdistanê bi taybetî bi xistina meriyetê ya vê sîstemê re, hem ji aliyê çareseriya pirsgirêka Kurd lê ji vê hîn wêdetir pirsgirêka azadiya civakî pirsgirêka azadiya jinê, ji aliyê çareseriya pirsgirêka azadiya gelan ve jî nirxandina konfederalîzma demokratîk kir. Em dikarin vê weke rastiya rêveberiyeke xweser jî bînin ziman. Yanî sîstemeke ku her kes xwe lê bi bi rê ve dibe.

PKK bi armanca çareseriya pirsgirêka Kurd derket holê. Gel bi pirsgirêka nasname û azadiyê re rû bi rû man, bi pirsgirêkên cuda yên bi zextên faşîzmê re derketin holê re, rû bi rû man. Pirsgirêka nasnameyê ya jinan jî heye. Pirsgirêkeke pir cidî ye û helbet ev tenê li Kurdistanê nîne. Li her devera cîhanê weke pirsgirêkeke pir cidî li holê ye. Di nava kevneşopiya têkoşîna me de tiştekî bi vî rengî heye. Hem di nava şoreşê de şoreş, di nava partiyê de partiya jinan, di nava şoreşê de şoreşa jinê, di nava artêşê de artêşa jinê, kevneşopiyeke me ya bi vî rengî heye. Çima weke pêdiviyeke bi vî rengî derket holê. Ji ber ku pirsgirêk hene ku divê jin çareser bikin. Di wateya giştî de sîstema me ya konfederal a demokratîk heye, li vir em hewl bidin ji pirsgirêka azadiyê ya netewan, ya gelan re çareseriyê hilberînin. Li vir gel wê xwe bi komun û meclîsan re bi rê ve bibin, biryar bigirin û vê îradeyê nîşan bidin. Lê dema ku em vê di çarçoveyeke giştî de dinirxînin, em dibînin ku têra pirsgirêkên jinan nake. Lewma em di nava vê sîstema konfederalîzma demokratîk a giştî de, em dixwazin ku jin jî xwe li ser bingehê konfederala demokratîk bi rengekî hîn xwesertir xwe rêxistin bikin û em li ser esasê vê armancê xwe rêxistin dikin. Divê em di nava vê sîstemê de weke xweser jî li ser bingehê konfederala demokratîk xwe rêxistin bikin. Divê em sîstema xwe ya rêveberiya xweser ava bikin.”

Çîgdem Dogû anî ziman ku ew rêxistinbûna jinê ne tenê li Kurdistanê, dixwazin li tevahiya cîhanê pêk bînin û wiha pêde çû: “Divê em şoreşeke jinê, yanî sîstema jinê, sîstema konfederal a demokratîk a jinê rêxistin bikin. Di tevahiya dîrokê de timî jin hat çewisandin û mêtingehkirin. Em van dizanin. Li dijî vê yekê timî berxwedanek hebû, lê ev berxwedan neveguherî sîstemekê. Ji sala 1998’an û pêve Rêber Apo Îdeolojiya Rizgariya Jinê pênase kir. Yê ku herî zêde zextê li jinan dike dewlet netew in. Endustriyalîzm heye. Endustriyalîzm sîstemek e, dewlet netew sîstemek e. Em vê weke desthilatdariya mêr dinirxînin. Weke jin em jî li dijî modernîteya kapîtalîst têkoşînê esas digirin. Em vê sîstemê red dikin. Li dijî vê yekê divê em jî sazîbûna xwe pêş bixin. Divê em li dijî netew dewletê sîstema xwe ya jinê ava bikin.

Pir girîng e ku mirov ji dervey sîstema kapîtalîst bifikire û bikeve ferqa sîstema kapîtalîst de. Dema ku em nekevin ferqa vê yekê de, tu bi niyeteke pir baş li dijî sîstemê têdikoşî, tawrê xwe datînî holê lê tu jiyana wê dijî. Mîna Wallersteîn gotiye, tu ji şerbeta wê têr vedixwî… Tu hewl didî li dijî wê jî derbikevî, lê li vir pir girîng e ku mirov ji nava wê sîstemê derkeve û xwe bigihîne fikrê avakirina sîstema xwe. Dema em dibêjin sîstema konfederala demokratîk, em qala avakirina komun, meclîs, kooperatîf-ekonomiya komunal, akademiyên azadiyê dikin. 4 lingên wê yên esas hene. Em ji aliyê sîstema jinê ve jî bi vî rengî dinirxînin. Bi avakirina van komun, meclîs, ekonomiya komunal û akademiyan re ast jî hene. Evane çine? Mesele qadên ku di nava esasê jiyanê de pêdiviya civakê pê heye. Ji tenduristî, ekonomî, perwerde, hiqûq, edalet, ekolojî, siyaset, çand, huner yanî di her qada ku mirov eleqeder dike de, divê rêxistinbûn bên avakirin.”

Endama Konseya Rêveber a KJK’ê Çîgdem Dogû ragihand ku têkoşîna PKK’ê di heman demê de zanisteke neteweyî jî derxist holê û wiha got: “Realîteyeke şer a mêtingerî-qirkirinê heye. Di nava vê yekê de jî li Başûrê Kurdistanê rastiya xiyaneteke neteweyî heye ku di şexsê malbata Barzanî de derketiye holê. Yekîtiya neteweyî ne tiştekî welê ye ku em bêjin ka em werin ba hev. Li vir têkoşîneke neteweyî heye. Divê mirov vê yekê çavdêr bike û jiyana yekîtiya neteweyî nîşan bide. Ji aliyê jinan ve jî li her devera Kurdistanê rêxistinên jinan hene, sîstema konfederal a jinê heye ku her ji niha ve ketiye meriyetê. Mesele li Rojava, Şengal û Mexmûrê jin hewl didin vê yekê bixin meriyetê. Encamên ku derketine holê hene. Li Bakur, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê rêxistinbûneke jinê heye. Em bi komxebat û konferansan re kom bibin, yekîtiya neteweyî derxînin holê û biryarbûna vê yekê bi hev re pêş bixin. Ev pir girîng e.

Li her 4 deverên Kurdistanê ekonomiya neteweyî ya komunal a jinan, mesele gelek ast hene. Yan jî têkoşîna li dijî faşîzm û dagirkeriyê. Polîtîkaya tunekirina Kurdistanê, tunekirina welêt heye. Axa te ji te distînin. Polîtîka heye ku Kurdan ji Kurdistanê xalî bikin. Ewqas mirovan didin koçberkirin. Herî zêde jî jin. Divê li dijî vê yekê jin xebata yekîtiya neteweyî bimeşînin û pêşengiyê bikin. Divê têkîliya her 4 deverên Kurdistanê di warê sîstema konfederal a demokratîk de bi hev re were avakirin, divê her 4 dever bi hev re di nava peywendiyê de be û polîtîkaya neteweyî diyar bike. Yek ji armancên me ya esas konfederalîmza jinê ya demokratîk, veguherandina konfederalîzma jinê ya cîhanê ye. Divê her kes li herêma xwe, xwe rêxistin bike, rêveberiya xwe ya xweser ava bike û di nava vê rastiya rêveberiya xweser de îradeya xwe nîşan bide, lê bi vê yekê re divê em yekîtiya herêmî jî nîşan bidin. Netewa demokratîk dikare were pêşxistin. Netewa demokratîk dikare çarçoveyekê ji xwe re diyar bike. Lê erdnîgariyên hîn berfirehtir, çand hene. Bi taybetî ji aliyê jinan ve pir pêdivî bi vê yekê heye. Jin di herêma xwe, qada xwe de hatine fetisandin, hepskirin, heta malê jî hatine hepskirin. Niha ji bi netewperestiyê heps dikin. Divê jin vê netewperestiyê derbas bikin û di warê herêmî û gerdûnî de yekîtiyên konfederal ava bikin, ev pir girîng e. Yek ji aliyên herî girîng a têkoşîna me ya li dijî sîstema desthilatdariya mêr a gerdûnî jî wê ev be. Dema ku em veguherîn sîstema gerdûnî, hingê em dikarin li dijî vê sîstemê têkoşîneke pir xurt bimeşînin. Divê em polîtîkayên gerdûnî, sîstema xwe ya parastina cewherî û nêzîkatiyên xwe yên ekonomîk nîşan bidin. Evane tiştên pir girîng in.”