BI DÎMEN

Hesen Baram: Pêwîste gelê Kurd dost û dijminên xwe ji hev cuda bike

Dîroknas û çavdêrê siyasî Hesen Baram da xuyakirin ku her hêzeke Kurd ku li gel dewleta Tirk a dagirker li dijî Kurdan şer bike, berî ku xwişk û birayê xwe bikuje, dê xwe bikuje û got: “Divê gelê Kurd dost û dijminên xwe ji hev cuda bike.”

Dîroknas û çavdêrê siyasî Hesen Baram têkildarî serdana Serokkomarê Tirkiyeyê ya Iraq û Başûrê Kurdistanê, hewldanên dewleta Tirk ên dagirkeriyê û hevkariya PDK’ê ya li gel Tirkiyeyê ji ANF’ê re axivî.

Hesen Baram heta niha 31 pirtûk nivîsîne û piraniya wan li ser dîroka Kurdan û dîroka siyasî ya Kurdan in.

‘PÊVAJOYA EREBKIRIN Û TIRKKIRINÊ LI KURDISTANÊ BERDEWAM DIKE’ 

Hesen Baram bal kişand bi ser hewldanên dewleta Tirk ên dagirkirina Kurdistanê û guherandina demografiya Kurdistanê û wiha got: “Mixabin ku îro em behsa Erebkirin û Tirkkirinê dikin, em dibînin ku ev gelên serdest pêvajoya Erebkirin û Tirkkirinê li Kurdistanê didomînin. Ji bo nimûne dewleta Tirk hewla Tirkkirinê dide, em dibînin ku li Bakurê Kurdistanê ji ber ku cil û bergên Kurdî li xwe kirine mirov tên binçavkirin.”

‘DEWLETA TIRK DAGIRKIRINA KURDISTANÊ DIDOMÎNE’

Baram, îşaret bi hewldanên dewleta Tirk ên guherandina demografiya Kurdistanê kir û wiha pêde çû: “Rojane axa Kurdistanê li Rojava û Başûr tê dagirkirin, mafên gelê Kurd tên desteserkirin û artêşa Tirk herêmên cuda cuda dagir dike. Hewl dide Kurdan ji cihên wan derxe û li şûna wan Ereb û Tirkmenan bi cih bike. Mixabin dewleta Tirk siyaseta guherandina demografiyê, Tirkkirin û Erebkirina herêmên Kurdistanê û dagirkirina Kurdistanê didomîne.”

Hesen Baram bal kişand ser serdana Erdogan a Iraq û Başûrê Kurdistanê kir û li ser mebestên dewleta Tirk ev tişt anîn ziman: “Niha Erdogan hatiye Iraqê, lê av li ser xelkê biriye. Ji hêla aborî, ewlehî û leşkerî ve li doza gelê Kurd dinêre. Ev siyaset siyaseteke kevn e. Ew wek şaristaniya li pêş Kurdan nebûn û wek dewletdarî jî li pêş Kurdan nebûne, lê belê di encama guherînan de, siyaseta herêmê rengekî din girtiye. Divê gelê Kurd siyaseta xwe li ber çavan re derbas bike, dost û dijminên xwe ji hev cuda bike.” 

Hesen Baram diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze teşe bide siyaseta Kurd û wiha domand: “Bê guman dewleta Tirk û Erdogan bi xwe ku niha desthilatarê Tirkiyeyê ye, siyaseteke yekcar xerab li dijî gelê Kurd dimeşîne. Dewleta Tirk û AKP venaşêrin û dibêjin ku Kurd li ku derê bin, ew ê dijminatiya wan bikin. Dixwazin ji gelê Kurd re pirsgirêkan derxin. Lewma hatina Erdogan ji bo teşedana siyaseta gelê Kurd bû.” 

MIJARA ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK NE PKK YE

Dîroknas Hesen Baram qala armancên Erdogan ên dagirkariyê kir û got: “Bi fikira min piştî vê serdana Erdogan bernameya wan heye ku êrîşî Başûrê Kurdistanê bikin. Mijar jî ne tenê PKK ye, li Rojavayê Kurdistanê PKK tune ye û li vir li nav bajarên Başûrê Kurdistanê PKK tune ye, lê belê armanca dewleta Tirk a dagirker li hember doza Kurd zelal e. Dixwaze destkeftiyên gelê Kurd ên li başûr û Rojavayê Kurdistanê ji holê rake.”

Baram anî ziman ku dirêjahiya hezaran salan gelê Kurd li ser gelên din nebûye metirsî, tenê li ser ax û welatê xwe jiyaye û wiha lê zêde kir: “Lê belê fikira dagirkerên Kurdistanê fikireke şovensît e û dixwazin hemû destkeftên Kurdan, her çira û ronahiyeke Kurdan ji nav bibin.” 

Baram bal kişand bi ser hevkariyên PDK’ê yên li gel dewleta Tirk kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Dîrokeke me ya xerab heye di şerê Kurd û Kurdan de. Em hêvî dikin careke din hêzeke siyasî ya Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê destê xwe bi xwîna Kurdekî din sor neke. Rast e dagirker hewl didin û gelek plan û komployan çêdikin da ku gelê Kurd xwe bi xwe hevdu bikujin. Ez jê re dibêjim xwekujî. Bi gotineke din her hêzeke Kurd ku li gel dewleta Tirk a dagirker şerê xwişk û birayê xwe bike, bi fikira min berî ku xwişk û birayê xwe bikuje, dê xwe bikuje. Lewma ez hêvî dikim hêzên siyasî ji dîrokê dersê wergirin.”