‘Divê em pêngava azadiyê ji cîhanê re vebêjin‘
Li Solothûrnê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî“ standa agahdarkirinê hat danîn.
Li Solothûrnê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî“ standa agahdarkirinê hat danîn.
Li bajarê Solothûrn ê Swîsreyê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî“ standa agahdarkirinê hat danîn. Stand li Qada Kreûzackerê hat danîn. Li qada standê wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin danîn û der barê tevger û fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de gel hat agahdarkirin. Li qadê belavok hatin belavkirin û li dijî tecrîda li Îmraliyê banga hestiyariyê hat kirin.
Li vir siyasetmedar Serhat Agirî axivî. Agirî anî ziman ku nêzî sê meh in tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin û got: “Ev pêngava ku bi pêşengiya hevalan hatiye destpêkirin, ji aliyê komîteyên pêngavê yên ku hem li Solothûrn û hem jî li tevahiya Swîsreyê hatine avakirin bi çalakiyên xurt dewam dikin. Divê em vê pêngavê esas bigirin. Ji bo vê jî me erk û berpirsyariya xwe girtiye ser milê xwe ku hemû pêkhateyên demokratîk tevlî vê pêngavê bikin. Ger ku em van derdoran tevlî tevgerê bikin û ji raya giştî ya cîhanê re rave bikin dê serketina pêngavê pêk were."
Nûnerên komîteya ku li Swîsreyê ji bo pêngava "Azadî ji Abdullah Ocalan re, ji pirsgirêka Kurd re Çareseriya siyasî" ku ji aliyê dostên gelê Kurd ve di 10'ê Cotmeha 2023'an de li cîhanê hate destpêkirin, ji ANF'ê re axivîn.
Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Solothûrnê (CDK) Hulya Gokalp diyar kir ku wan bi partiyên siyasî, saziyên sivîl û saziyên çapemeniyê yên kantonê re li ser asta tecrîdê hevdîtin pêk anîne û got: “Heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan em ê xebatên xwe bêyînavber bidomînin. Em ê timî li kolanan bin.“
Aktîvîst Serhat Toprak jî diyar kir ku tecrîd û polîtîkayên tecrîdê yên nêzî 3 sal in li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên meşandin bi krîz û derdorên pevçûnên li Rojhilata Navîn û cîhanê ve girêdayî ne. Toprak diyar kir ku paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelên Rojhilata Navîn aştiyeke mayînde pêk tîne bi bîr xist û got: "Eger tecrîda li ser Rêber Apo bê şikandin û fikrên wî bigihe gelên cîhanê, hem qeyran û hem jî pevçûnên hene wê bi dawî bibe."
Endamê Komîteya Ji Abdullah Ocalan re Azadî Yusuf Gunduz jî diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan êdî ji bo gel hatiye asteke ku nayê qebûlkirin.