Di ‘Terteleya Dêrsimê’ de ya ku li Londrayê hate lidarxistin, qala 14’ê Gulanê hate kirin

Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr diyar kir ku feraseta ku qetlîama Dêrsimê kir îro jî li Cizîrê hovîtiya li Bodrûman kir.

Komeleya Çandê ya Dêrsimiyan a Londrayê (Dersim-Der) bi boneya  salvegera 86’emîn a Terteleya Dêrsimê li Navenda Civakî ya Kurdan çalakiyeke bîranînê li dar xist. Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr, nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek kes beşdarî bîranînê bûn.

Piştî rêzgirtina ji bo cangoriyên terteleya Dêrsimê, Dayê Yadîgar çira vêxist û diyar kir qetlîam nehatiye jibîrkirin û banga xwedîlêderketina çand, ziman û dîrokê kir.

Kudret Erden jî li ser navê Dersim-Derê axaftinek kir û got “Seyît Rıza û hevalên wî stûyê xwe xwar nekirin. Berxwedêrên li ser şopa wî li bodrûmên Cizîrê wekî Mehmet Tûnç gotin, em ê teslîmî faşîzmê nebin.”

Piştî Erden, sînevîzyona li ser terteleya Dêrsimê hat nîşandan.

BERXWEDAN DIDOME

Piştre siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr axivî û got, “Kesên karesata Dêrsimê pêk anîn îro li Efrîn û Şengalê heman qetlîamê dikin. Piştî Madimakê qetlîama Roboskiyê kirin. Lê ev 86 sal in Alîşêr, Zarîfe, Besîme, Nûrhak, Nûrhayat, Aysel û hevrêyên wan li ber xwe didin.”

Baydemîr, anî ziman feraseta ku terteleya Dêrsimê pêk aniye îro heman tişt li bodrûmên Cizîrê jî pêk aniye û got “Feraseta ku qetlîama Dêrsimê pêk anî, îro heman mantik li Kobanê jî kir. Çend roj mane ku hesap were pirsîn. Firsend çêbû ku hesabê vê zilmê were pirsîn. Li ser sindoqan ev dîktator têk biçe wê derfet çêbibe ku em hevrûyî rabirdûyê bibin.”