Di roja 36’an de berxwedana li Strasboûrgê geş dibe

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrgê 14 kesan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribûn. Çalakî di roja 36’an de didome.

Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç, parlementera berê ya HDP’ê Dîlek Ocalan û siyasetmedarê Kurd Mûstafa Sarikaya jî di nav de, rojnameger Gulîstan Îke, Nûrgul Başaran, Ramazan Îmîr, Mehmet Nîmet Sevîm, Mohamed Ghaderî, Denîz Surgut, Ayvaz Ece, Kardo Bokanî, Kerem Solhan, Agît Ûral û Ekrem Yilmaz jî di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne, ya ku li Strasboûrgê hatiye destpêkirin.

XEBATKARÊN ÇIRA TV HATIN SERDANÊ

Xebatkarên Çira Tvyê hatin Strasboûrgê û piştgirî dan çalakgerên greva birçîbûnê. Di serdanê de li ser navê Çira Tvyê Selman Aslan diyar kir ku çalakgerên greva birçîbûnê barekî giran hildane û di vê pêvajoyê de çalakiya wan gelekî girîng e.

Çalakger Kardo Bokanî jî diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven di roja 75’an de didome û ketiye qonaxeke bi rîsk. Bokanî bal kişand ser vî tiştî ku heta tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were şikandin ew ê çalakiya xwe bidomînin.

YEKÎTIYA JINÊN SOSYALÎST PIŞTGIRÎ DAN

Endamên Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) jî hatin Strasboûrgê û piştgirî dan çalakiyê.

Di heman demê de ji bajarên cihê yên Hollanda û Elmanyayê jî gelek Kurd hatin serdana çalakgeran.

Dayîka Qedriye ya ku dayîka çalakger Ramazan Îmîr e, diyar kir ku daxwaza wê ev e, beriya ku kes bimirin ev çalakî bi ser bikeve. Dayîka Qedriye diyar kir ku daxwaza wê ev e ku Ocalan azad bibe.