Di pîrozbahiyên li Ewropayê de greva birçîbûnê hatin silavkirin

Kurdên ku li tevlî pîrozbahiyên 1’ê Gulanê yên li Ewropayê bûn tecrîda Îmraliyê protesto kirin û çalakgerên greva birçîbûnê silav kirin.

STÛTTGART

Bi wesîleya 1’ê Gulanê Cejna Karkeran bi hezaran kes li Marîenplatzê ya Elmanyayê hatin ba hev. Gelek rêxistin, partî, komele û sendîkayan tevlî meşa 1’ê Gulanê bûn. Girse bi qasî 4 kîlometreyan meşiyan.

Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yên çalakgerên greva birçîbûnê hatin hildan û sloganên ‘Azadî ji Ocalan re’ û ‘Deng bide rojiyên mirinê’ hatin berzkirin.

HAMBÛRG

Li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê jî di pîrozbahiya 1’ê Gulanê de çalakiya greva birçîbûnê hate silavkirin. Nêzî 10 hezar kes tevlî meşa 1’ê Gulanê bûn. Kurdên ku tevlî meşê bûn, bal kişandin ser grevên birçîbûnê û tecrîd protesto kirin.

FREÎBÛRG

Li bajarê Freîbûrgê yê Elmanyayê gelek saziyên Kurdan tevlî pîrozbahiyê bûn.

Meşvanên Kurd derbarê grevên birçîbûnê û tecrîdê girse agahdar kirin. Di pîrozbahiyê de xwepêşanda Koma Sê Gulên Azad eleqeyeke mezin dît.

VIYANA

 Li Viyanayê ya ku paytexta Avûstûryayê ye ji aliyê FEYKOM’ê ve 1’ê Gulanê hate pîrozkirin.

Di meşa ji bo pîrozbahiyê de ji bo balkişandina grevên birçîbûnê belavok hatin belavkirin. Di meşê de hate xwestin ku bila tecrîda li Îmraliyê were bidawîkirin.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlyayê yê Fransayê jî meşa 1’ê Gulanê li qada De Vîeûx Poûrtê hate destpêkirin. Di meşê de posterekî mezin ê Leyla Guven hate vekirin û belavokên li ser berxwedanê hatin belavkirin.

Di meşê de alayên PKK’ê hatin vekirin û Fransayiyan jî sloganên ‘Bijî YPG û YPJ’ berz kirin.

STRASBOÛRG

Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê jî bi tevlêbûna komên çepgir, sendîkayên karkeran û femînîst 1’ê Gulanê hate pîrozkirin.

Bi sedan kes li Qada Tassîngyê hatin ba hev û bi sloganan dest bi meşê kirin.

Di meşê de sloganên li dijî şîddeta polîsan û hikumeta Macron hate berzkirin.

Di meşê de derbarê grevên birçîbûnê agahdarî hate kirin û hate diyarkirin ku 136 roj in li Strasboûrgê 14 çalakger di greva birçîbûnê de ne.