Di Parlamentoya Swîsreyê de ji bo erdhejê pêşnûmeya pirsan hat dayîn

Di Parlamentoya Swîsreyê de ji bo erdheja li Tirkiye û Kurdistanê qewimî, pêşnûmeya pirsan hat dayîn.

Parlamentera Federal a kantona St. Gallen a Swîsreyê û endama Partiya Sosyalîst Claûdîa Frîedl di Parlamentoya Swîsreyê de, ji bo rewşa alîkariyên ji Rojava re pêşnûmeya pirsan da. Di pêşnûmeya têkildarî erdheja li Tirkiye, Bakurê Kurdistan û Bakurê Sûriyeyê qewimî û alîkariyên hatin kirin de, di heman demê qala wê yekê hat kirin ku Meclîsa Federal a Swîsreyê têkildarî ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî li ser bakurê Sûriyeyê agirbest pêşniyar kiriye yan ne.

Di pêşnûmeyê de ev pirs hatin kirin:

1- Swîsre çawa têxe garantiyê ku alîkarî digihîje mirovên li bakurê Sûriyeyê?

2- Jin û zarokên keç bi taybetî di rewşa krîzê de bê parastin in. Swîsre li herêma erdhejê ji bo parastina jin û zarokên keç dikare çi bike?

3- Tevî erdhejê jî li bakurê Sûriyeyê şer/êrîş didomin. Swîsre ji bo agirbestê weke dîplomatîk dikare hewldanek çawa bike?

4- Swîsre têkildarî vê mijarê dikare di Konseya Ewlekariyê ya NY de, hewldanekê nîşa bide? Swîsre dikare vê rewşê di Konseya Ewlekariyê ya NY de bixe rojevê?