BI DÎMEN

Di Newroza Swîsreyê de soza xurtkirina têkoşînê hat dayîn

Bi boneya Newrozê bajarên Swîsreyê bi meşaleyên ku ji aliyê Kurdistaniyan ve hat pêxistin ronî bû. Her wiha li Zurîhê resepsiyona Newrozê hat dayîn. Di pîrozbahiyan de, li ser bingeha banga dîrokî ya Rêber Apo gel soza xurtkirina têkoşînê da.

NEWROZA 2025'AN

Li bajarên mîna Lozan, Lûzern, Bîel, St Gallen, Rapperswil, Chur û Winterthur ên Swîsreyê, Kurdistanî meşa meşaleyî pêk anîn û bi agirê Newrozê ku pêxistin pîrozbahiyên xwe dewam kirin. Li Zurîhê resepsiyona Newrozê hat dayîn.

Newroz li gelek bajarên Swîsreyê bi meşaleyan û pêxistina agir hat pîrozkirin. Siyasetmedarên Swîsreyî û nûnerên Kurdan beşdarî resepsiyona ku ji aliyê Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) ve li Zurîhê hate organîzekirin, bûn. Di axaftinan de bal kişandin ser berxwedana gelê Kurd û pêvajoya aştiyê.

Siyasetmedarên Kurd û rayedarên Swîsreyî di pîrozbahiya ku piştî meşa bi meşaleyê ya li Lozanê hat lidarxistin de axaftin kirin. Bangên ji bo azadiya Rêber Apo û piştgiriya ji bo pêvajoya aştiyê hatin rojevê.

Li St. Gallen, Winterthur, Luzern, Bîel, Rapperswîl û Churê jî pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin. Pîrozbahî bi meşaleyan, axaftinan û gerandina govendê li dora agirê Newrozê hate lidarxistin.

Di axaftinan de mijarên têkoşîna gelê Kurd, yekîtiya neteweyî û pêvajoya aştiyê derketin pêş. Bi taybetî hate destnîşankirin ku Newroza 2025’an wê ji bo gelê Kurd bibe qonaxeke werçerxê.