Di mîtînga Strasboûrgê de berxwedan hate silavkirin

Li Strasboûrgê bi deh hezaran kes tecrîd û komployê protesto dikin û berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê silav dikin. KCK’ê peyamek şand ji mîtîngê re û bang kir ku divê berxwedan li her derê were belavkirin.

Ji bo protestokirina komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û silavkirina çalakiyên greva birçîbûnê yên ku bi pêşengiya parlementera HDP’ê Leyla Guven hatibû destpêkirin, li Strasboûrgê mîtîngek hate lidarxistin.

Bi destpêkirina mîtîngê re bi deh hezaran kesan sloganên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Azadî ji Ocalan re’ û ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ berz kirin.

GOKSÛNGÛR: WÊ KURD FAŞÎZMÊ HILWEŞÎNIN Û TECRÎDÊ BIŞKÎNIN

Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksûngûr di destpêkirina mîtîngê de axivî û diyar kir ku gelê Kurd ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nav çalakiyan de ne. Goksûngûr bal kişand ser grevên birçîbûnê yên ku bi pêşengiya Leyla Guven hatiye destpêkirin û got: “Gelê Kurd wê faşîzmê hilweşîne û tecrîdê bişkîne.”

KCK: DIVÊ BERXWEDAN LI HER DERÊ WERE BELAVKIRIN

Piştî axaftina Goksûngûr, Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik peyameke bi dîmen şand. Bayik di peyama xwe de diyar kir ku êdî tecrîda li ser Ocalan nayê qebûlkirin û çalakgerên greva birçîbûnê silav kir. Bayik got: “Berxwedana mezin a gelê Kurd wê tecrîdê bişkîne û ew ê Ocalan û Kurdistanê azad bike. Divê em li dora pêngava ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ werin ba hev û têkoşînê li her derê belav bikin.’

‘EM Ê EFRÎNÊ AZAD BIKIN’

Di mîtîngê de li ser navê TEV-DEM’ê Aldar Xelîl jî bal kişand ser berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê û got: “Rojava jî tê de, bi berxwedana gelê Kurd a li her dera cîhanê, wê tecrîda li ser Rêber Apo were şikandin. Divê gelê me baş bizane, ew ê Efrînê jî azad bikin. Em ê bi Rêbertiya Azad re, Kurdistana Azad ava bikin.”