Di Mihrîcana Çanda Kurd de ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang hate kirin

Li Hollandayê bi coşek mezin Mihrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî ya 30’emîn tê pîrozkirin. Di mihrîcanê de hate gotin ku ji bo çareseriya pirsgirêka heyî divê Abdullah Ocalan azad be û PKK li qada navneteweyî weke partiyek siyasî ya rewa bê qebûlkirin.

Li bajarê Landgraaf ê Hollandayê bi şîara azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mihrîcana Çanda Kurd a Navneteweyî ya 30’emîn bi coşek mezin hate pîrozkirin. Bi hezaran kesên ji Elmanya, Fransa, Belçîka, Swîsre, Avûstûrya, Îtalya û Îngilistanê di saetên sibehê ber bi qada mihrîcanê ve herikîn.

Di mihrîcanê ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Li ser navê Komîteya Amadekar a mihrîcanê Hevserokên KCDK-E’yê Yuksel Koç û Fatoş Goksungur axaftina vekirinê kirin. Hevserokan qala tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên dewleta Tirk a dagirker û berxwedana gerîla kirin û spasiya kesên tevlî mihrîcanê bûne kirin.

Dîwana denbêjiyê di çanda Kurd de xwedî cihek girîng e û bi pêşengiya Hozan Şemdîn û Hozan Marûf ku kesên girîn ên denbêjiya serdemê ne, bi dîwana dengbêjiyê vekirina mihrîcanê pêk hat.

Piştre Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs mafê axaftinê girt û destnîşan kir ku divê gel hîn zêdetir xwedî li gerîla derbikeve.

ÇALAKVANÊN MEŞA DIRÊJ LI QADÊ BÛN

Meşa Dirêj a ku Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), TekoJIN û ciwanên enternasyonalîst yek hefteye li dar xistin, li qada mihrîcanê bi dawî bû. Ciwan bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Ciwan fedaiyê Serok Apo ne” ketin qada mihrîcanê û li ser navê ciwanan Çekdar Serhat li ser dikê axaftinek kir.

Çekdar Serhat diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bi berxwedana ciwanan bişkê û diyar kir ku ciwan wê weke berxwedana li Zap, Metîna û Avaşînê û li her qadê li ber xwe bidin.

ŞOREŞA ROJAVA, ŞOREŞA ÇAND Û ZIMAN E

Serok Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed li ber berzkirina dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” derket ser dikê û tekez kir ku Şoreşa Rojava, şoreşa çand û ziman e.

Di mihrîcanê de stranên Koma Rêya Heq, Koma Rojava û Koma MA hatin guhdarkirin. Her wiha peyama KJK’ê jî hate xwendin.

Li ser navê Koma Piştevaniya bi Kurdan re ya Başûrê Efrîqayê, Fazela Mahomad û Serok Komîsyona Welatiyên Tirkiyeyê yên Yekîtiya Ewropayê (EÛTCC) Prof. Karîane Westrheîm ku endamên Însiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ne axivîn destnîşan kirin ku divê demildest azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bê.

‘GELÊ EFRÎQAYA BAŞÛR WE FÊM DIKE’

Fazela Mahomad di axaftina xwe de, li ser navê Koma Aktîvîstên Mafên Mirovan a Kurd a li Başûrê Efrîqaê silav li girseyê kir û got: “Em kesên li Başûrê Efrîqayê dizanin ku girtîbûna Rêbertî tê çi wateyê. Em fêm dikin ku wê berdêla rawestandina zextê hebe. Gelê Efrîqaya Başûr we fêm dike.”

NIHA DEMA AZADIYA ABDULLAH OCALAN E

Fazela Mahomad anî ziman ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û wiha pêde çû: “Em ji tecrûbeyên xwe dixanin ku hikûmetek zexkar heta dawiyê li ser desthilatdariyê narawest e. Dewleta Tirk nikare polîtîkayên qirkiyên yên li dijî Kurdan, bidomîne. Niha dema pêvajoya aştiyê û azadiya Abdullah Ocalan, piştgiriya navneteweyî û pêvajoya çareseriyê ye. Em li Başûrê Efrîqayê 27 sal li benda azadiya Mandela sekinîn.”

WESTRHEÎM: EM DI VÊ BÊDENGIYÊ DE JÎ DENGÊ WÎ DIBIHÎZIN

Serok Komîsyona Sivîl ya NY a Tirkiyeyê Karîane Westrheîm jî peyama ku li ser navê 50 kesên ji navneteweyî xwend û ev tişti gotin: “Em beriya her tiştî ji bo azadiya Abdullah Ocalan têdikoşin, dixebitin û kampanyayan bi rêve dibin. Em li di vê bêdengiyê de jî dengê wî dibihîzin.

Negirtina tu dengî ji Îmraliyê, ji ber tecrîda giran e ku pê birîna dengê Abdullah Ocalan tê armanckirin. Sal û pênc meh in ku tu agahî jê nayê girtin. Ne dihêlin malbat ne jî parêzer hevdîtinê pê re bikin. Sedema têkoşîna Abdullah Ocalan rewa ye û ji bo edaletê ye, lê pêkanîna li Rêberê Gelê Kurd tê kirin zilm e.

Em wek dostên we, bang li Konseya Ewropayê dikin ku qet nebe Tirkiyeyê ji binpêkirinên tên kirin berpirs bibîne û her wiha bang li DYE, NY û NATO’yê dikin ku piştgiriya xwe ya leşkerî û siyasî ya ji bo Erdogan rawestînin û çavên xwe ji potansiyela demokratîk a Kurdan, nûnerên wan û rêxistinên wan re vebikin.’’

Piştî axaftinan gava peyama dîmen a Hevserokên KCK’ê Besê Hozat, Cemîl Bayik, Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê û Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG'ê’ê Mûrat Karayilan li qadê hat nîşandan girseyê tilîlî û dirûşme berz kirin.

Mîhrîcana Çandê ya Kurd a Navneteweyî ya 30’emîn, bi stranên Koma Şengalê bi dawî bû.