Di Meşa Dirêj de ciwanekî Elman hate destgîrkirin

Provokasyonên polîsên Elman ên li Meşa Dirêj dewam dikin. Ciwanekî Elman hate destgîrkirin.

Meşa Dirêj bi dirûşma "Rê nede tecrîdê, bi Rêber Apo azad bibe" 8'ê Sibatê ji Frankfûrtê dest pê kir. Provokasyonên polîsên Elman dewam dikin. Polîsan li wesayitên çalakgeran geriyan û ciwanekî Elman ê enternasyonalîst destgîr kirin.

Ciwanên ku ji bo şermezarkirina komploya navdewletî ya 15'ê Sibatê û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi meşê kirin û wê 6 rojan bimeşin, mîna 2 rojên destpêkê îro jî bûn hedefa êrişa polîsên Elman.

Di roja destpêkê ya meşê de dirûşm û al hatin qedexekirin, di roja duyemîn de polîsan piştî ku meş bi dawî bûn êrişî ciwanan kirin û 3 ciwanên ji Fransayê tevlî meşê bûn destgîr kirin.

Ciwan serê sibehê saet di 09:30'î de li Lûîsenplatzê ya Darmstadtê li hev kom bûn û dema ku xwe amade dikirin dest bi roja sêyemîn a meşê bikin bûn hedefa provokasyona polîsên Elman. Polîsan ciwanekî Elman ê tevlî meşê bû destgîr kirin û li amûrên deng û teknîkê yên çalakiyê digerin.

Ciwan li qadê ne û li benda destpêkirina meşê ne.