Sendîkayê di navbera 24 û 25'ê Nîsanê de kongreya xwe ya 9'emîn pêk anî û pêşnûmeyek têkildarî zextên li ser Kurdan pêşkêşî dengdanê hate erêkirin.
Di biryarê de ku zextên li ser tevgera Kurd a li Ewropayê hate şermezarkirin, bi taybetî işaret bi zextên li Belçîka û Fransayê, her wiha êrîşên dagirkeriyê yên li Başûrê Kurdistanê hate kirin.
Pêşnûmeya ku sendîkayê pejirand bi vî rengî ye:
"BELÇÎKA
Di şeva 23'ê Nîsanê de 200 polîsên Belçîkî avêtin ser avahiyên Medya Haber û Stêrk TV ku qenalên televîzyonê yên Kurdan e û li Belçîkayê ne. Bi armanca astengkirina weşana herdu qenalan amûrên wan hatin desteserkirin û hinek jê hatin îmhakirin. Li wê derê polîsan tundî kirin.
FRANSA
Sibeha 24'ê heman mehê polîsên Fransayê li herêmên Île-de-France û Bouches-du-Rhone 9 Kurd binçva kirin. Beriya çend hefteyan sê ciwanên Kurd ên aktîvîst ên li Fransayê hatin dersînorkirin û dema ku gihîştin Tirkiyeyê hatin girtin.
Li Tirkiyeyê li ser çapemeniya Kurd a azad operasyonek hate kirin û 8 rojnamevan an jî xebatkarên çapemeniyê hatin girtin.
BAŞÛRÊ KURDISTANÊ
Ev operasyon di demeke welê de hate kirin ku Tirkiyeyê li Bakurê Iraqê (Başûrê Kurdistanê) li dijî PKK'ê dest bi operasyoneke nû ya leşkerî kir û piştî çend rojan hikumeta Tirk serdanên derveyî welat zêde kir. Erdogan ku di hilbijartinên xwecihî yên dawî de lawaz bû, rojên dawî serdana Iraqê û herêma Kurd kir û bi Barzaniyan re rûnişt ku di êrişa leşkerî ya li ser PKK'ê de jê re dibin alîkar.
HEVKARIYEKE CIHÊ ŞERMÊ
Ev bûyer cihê fikaran e û nîşan dide ku di serî de Fransa welatên Ewropayê di êrişa li ser muxalîfên Kurd de hevkariya xwe ya bi rejîma Tirk re nû kirine.
Unico Syndicale Solidaire vê hevkariya cihê şermê bi tundî şermezar dike û piştgiriya xwe ya ji bo gelê Kurd a ji bo diyarkirina çarenûsa xwe dubare dike. Rejîma Macronîst a li ser desthilatdariyê divê hevkariya bi rejîma Tirk a otorîter re û polîtîkaya zextê ya li ser aktîvîstên Kurd ên li ser axa xwe bi dawî bike."