Di Konfrensa Çapemeniya Federal de çalakî pêk hat

Di Konfrensa Çapemeniya Federal a li paytexta Elmanya Berlînê de, dema ku li ser navê hûkumetê daxuyanî dihat dayîn, komek aktîvîstên Elman bal kişandin ser rewşa 7 girtiyan û çalakiya bêîtaatiya sivîl pêk anîn.

Di konferansa Çapemeniya Fedaral ya nêzî Meclîsa Ferderal de, dema ku berdevkê serokwezîr Angela Merkelê, Steffen Seibert daxuyaniya çapemeniyê dida, komek aktîvîstên Elman ketin hundirû bi armanca piştgiriya berxwedêrên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiya bêîtaatiya sivîl pêk anîn.

Komê, pankartên li ser, “7000 girtî di greva birçîbûnê de ne” û “Bi Rojava re di nav tevkariyê de bin” hatin vekirin û daxuyaniya li ser navê hukumetê dihat dayîn qut kirin û danezaneke kurt xwendin. Aktîvîsêtên ku bêdengiya çapemeniya Elmanyayê ya li hemberî greva birçîbûnê protesto kirîn, gotin, “Ji bo ku we li ser berxwedanên greva birçîbûnê nûçe çênekirine, em neçar in vê çalakiyê bikin.”

Aktîvîstên Elman bi dirûşmeyên “Bila çekên Elmanyayê ji Kurdistanê biqeşitin” berz kirin û xwestin ku Elmanya bazirganiya çekan a bi Tirkiyeyê re bidawî bike. Çalakiya ku çend xulekan dewam kirî, bi derxwestina aktîvîs a ji hêla polîsan ve bidawî bû.