Di Kampanyaya ‘Azadî ji bo Ecevît Pîroglû’ de banga piştevaniyê kirin

Însiyatîf û yekitiyên ku ji bo Ecevît Pîroglu azadiyê dixwazin banga li hikûmeta Sirbistanê kir ku “Vegerînê rawestîne” û daxwaza piştevaniyê ji gel kirin.

Însiyatîfa Azadî ji bo Ecevît Pîroglû, Yekîneyên Hêza Demokratîk a Ewrupa (ADGB) û ASM’ê daxuyaniyek dan û ev gotin: “Komunîstê Tirk rêber Ecevît Pîroglû demek dirêje ji bo ji aliyê dewleta Sirbistanê ve bê vegerandina Tirkiyeyê, di girtîgehên Sirban de tê girtin. Em beriya rûniştina vegerandinê ya dawî ku roja 3’ê Hezîranê li Belgradê wê pêk were, bang li hemû gelên cîhanê dikin ku ji bo Ecevît Pîroglû bê azadkirin, li dijî hikûmeta Sirbîstanê bikevin tevgerê û piştgiriyê bidin kampanyaya me.”

Di dewama daxuyaniyê ev jî hatin gotin: “Em bang li hikûmeta Sirbistan dikin ji bo nebe hevkarê dîktatortiya Erdogan, bila dest ji biryara xwe ya vegerandinê berde û Pîroglû berde. Em dîsa bang li hemû raya giştî yên demokratîk dikin ku bila piştevaniya kampanyaya me bikin û bikevin tevgerê.”