Di festîvala muzîkê de posterên Abdullah Ocalan hatin vekirin

Ciwanên Kurd di festîvala muzîkê ya li bajarê Marsîlyayê hatî kirin de, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin.

ÇALAKIYA BÊÎTEATIYA SIVÎL

Endamên Meclîsa Ciwanan a Şehîd Tijda Ekecîk li bajarê Marsîlya yê Fransayê di festîvala muzîkê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin.

Ciwanan di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de çalakiya bêîteatiya sivîl lidar xistin.

Ciwanan di festîvala muzîkê ya ku her sal li Marsîlyayê tê lidarxistin de, dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û dirûşmeyên Fransî berz kirin.

Ciwanan pankarta ku li ser “Divê CPT wezîfeya xwe bi cih bîne” hatî nivîsandin, vekirin. Li ser navê ciwanan Şahîn Patîc axivî û wiha got: “Em ê li dijî tecrîd û kiryarên bêhiqûqî yên li hemberî Rêber Apo têne kirin, her tim li qadan bin û divê ti kes li hemberî van pêkanînên dermirovî bêdeng nemîne.”