FLAŞ

Di civînên gel de banga tevlîbûna li Pêngava Azadiyê hate kirin

Di civînên gel ên li navendên cuda ên Ewropayê de wiha hate gotin: “Em ê vê pêngavê bigihînin serkeftinê, Rêber Apo azad bikin û planên li ser Kurdistanê vala derxin.”

Di çarçoveya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî de ku 10’ê Cotmeha 2023’an li seranserê cîhanê destpê kir, civînên gel hatin lidarxistin.

HEILBRONN

Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropayê Zubeyde Zumrut beşdarî civîna li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê bû.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê, Zubeyde Zumrut bal kişand ser komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê û wiha got: “Di dîrokê de dijmin hemû serhildanên ku Kurdan dabûn destpêkirin bi êrîşên li ser rêberên serhildanan qedand. Bi heman komployê hêzên navneteweyî li dijî Rêberê Tevgera Azadiyê Rêber Apo jî bûn yek û xwestin bi pêkanîna komploya 9’ê Cotmehê Tevgera Azadiyê tine bikin. Lê Serok Apo gelekî wisa afirandibû ku gavek jî paşde neavêtin. Kurd bi felsefeta Rêber Apo re li çar aliyê cîhanê bi dostên xwe ve li ser lingan in.”

Zubeyde Zumrut bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “44 meh in em agahî ji Rêber Apo nagirin. Di bin tecrîdekî mezin de tê girtin. Divê em vê baş bizanibin; ev tecrîd li dijî tevahiya gelê Kurd tê pêkanîn. Bêyî şikandina tecrîdê û azadiya Rêbertiya me em nikarin azad bibin. Ez bang li her kesî dikim ku bi xurtî tevlî çalakiyên ku wê 9’ê Cotmehê li Heilbronn, 12’ê Cotmehê Stuttgart û 16’ê Mijdarê li Kolnê ji bo protestokirina 9’ê Cotmehê û pêkanîna azadiya Rêbertiya me bê lidarxistin, bibin.”

ZURIH

Siyasetmedar Kemal Aktaş wek axaftvan beşdarî civîna ku ji aliyê Meclîsa Jinê ya Berîtan ve li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (CDK-Zh) a li bajarê Zurîh ê Swîsreyê hat lidarxistin bû.

Beriya civînê ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê deqîqeyek rêz hate girtin. Piştre siyasetmedar Kemal Aktaş axivî û wiha got: “Beriya 26 salan li dijî Rêbertiya me bi destê dewletên navneteweyî komployekî hate kirin. Ez vê komploya qirêj û bêhiqûq ku 9’ê Cotmeha 1998’an pêk hat, şermezar dikim.”

Siyasetmedar Kemal Aktaş bal kişand ser pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ û got: “Em ê vê pêngavê bigihînin serkeftinê, Rêber Apo azad bikin û planên li ser Kurdistanê vala derxin.”

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê jî civîna gel hate lidarxistin. Yek ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevlî civîna gel bû û têkildarî tecrîda Îmraliyê axivî.  

Parêzer Omer Guneş di axaftina xwe de destnîşan kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan ne tenê pêkanînekî hiqûqî, di heman demê de pêkanînekî siyasî ye jî.

Guneş got: “Tecrîd yek ji astengên herî mezin ên li pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd e. Birêz Ocalan tevî ku di pêvajoya çareseriyê de xwedî roleke navendî ye jî, di nava van şert û mercên tecrîda giran de tê girtin. Ev rewş aştî û diyalogê zehmet dixe.”

Di dawiya panelê de ji bo bidawîkirina tecrîda Îmraliyê banga piştevaniya navneteweyî hate kirin.

NURENBERG

Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê bi beşdariya Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê li Mala Gel a Medyayê civîn li dar xist. Siyasetmedar Abdullah Demîrbaş beşdarî civînê bû. Abdullah Demîrbaş, diyar kir ku bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwazin vîna gelê Kurd bişkînin û destnîşan kir ku gelê Kurd bi berxwedana xwe îspat kir ku di her şert û mercî de dikarin destkeftiyên xwe biparêzin. Demîrbaş bang beşdarbûna meşa dîrokî ya 16’ê Mijdara 2024’an li Kolnê kir.

HANAU

Li bajarê Hanaû yê Elmanyayê li lokala komeleyan civîn hat lidarxistin. Gelek saziyên sivîl, nûnerên komeleyan û Kurdistanî beşdarî civînê bûn. Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan destpê kir.

Siyasetmedar Osman Kapan di civînê de axivî. Kapan diyar kir ku armanca tecrîdê astengkirina têkoşîna azadiya gelê Kurd e û anî ziman ku ev polîtîka ne tenê li ser şexsê Abdullah Ocalan, li dijî têkoşîna azadiya gelê Kurd tê meşandin. Kapan destnîşan kir ku yekîtî û berxwedana gelê Kurd wê bersiva herî xurt a li hemberî komployê be.

Nûnerên Meclîsa Jinê bal kişandin ser rola pêşengiya jinên Kurd a di têkoşîna azadiyê de û destnîşan kirin ku têkoşîna jinê di heman demê de têkoşîna rizgariya civakê ye.

Di dawiya çalakiyê de beşdaran bi dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin Jiyan Azadî” dilsoziya xwe anîn ziman.

KASSEL

Li bajarê Kassel ê Elmanyayê li DKTM'ê civîna gel hat lidarxistin. Piştî deqeyek rêzgirtinê, siyasetmedar Cuma Tak geşedanên dawî yên siyasî nirxand. Tak diyar kir ku ev geşedanên dawî gelê Kurd jî ji nêz ve eleqedar dike û destnîşan kir ku Kurdên di sedsala 21'an de têkoşîna hebûnê didin êdî nikarin bên paşguhkirin. Piştre Mordem Karer mafê axaftinê girt û diyar kir ku sînorên sed sal berê ji aliyê dewletên emperyalîst ve li Rojhilata Navîn hatine xêzkirin bû wate bûye û gelê Kurd di sedsala 21’an de êdî nayê înkarkirin. Mordem Karer destnîşan kir ku divê Kurd ji xeletiyên xwe yên sedsal berê dersê bigirin.

Çalakî piştî bersivdayîna pirsên beşdaran, bi dawî bû.