Di çalakiyên 1’ê Gulanê de bal kişandin ser grevên birçîbûnê

Kurdistaniyên li Ewropayê di çalakiyên 1’ê Gulanê de bal kişandin ser berxwedana grevên birçîbûnê yên ji bo tecrîda li ser Ocalan.

DUSSELDORF

Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê meşa 1’ê Gulanê saet 11:00’an li pêşiya DGB Haûsê destpê kir. Di meşê de li gel MLPD, Dîe Lînke, Bnndnîs 09/Dîe Grunen, Verdî, MLKP, HDK-Ewropa, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Dusseldof bi dehan sendîka û rêxistinên antîfaşîst ên Elman cih girtin.

Endamên Însyatîfa Jinan a Nalîn Mûş a Dusseldorfê ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven destpê kirî û piştevaniya Dayikên Aştiyê bi xavikên xwe yên spî tevlî meşê bûn.

DUÎSBÛRG

Kurdistaniyên li bajarê Duîsbûrg ê Elmanyayê tevlî pîrozbahiyên 1’ê Gulanê bûn tecrîda li ser Ocalan protest kirin û berxwedêrên di grevan de silav kirin. Meşa ji pêşiya Hamboûrn Rathaûsê destpêkir partî, sendîka û gelek sazî tevlî bûn. Kurdistaniyan di meşê de dowîzên balê dikişîne ser grevên birçîbûnê û tecrîdê protesto dike hildan.

METZ

Li bajar ê Metz ê Fransayê jî Kurdên ku tevlî pîrozbahiya meşa 1’ê Gulanê bûn dowîzên ku balê dikişîne ser grevên birçîbûnê hildan. Piştî meşê mîtîngek hate kirin. Di mîtîngê de Hevberdevka TJK-F Bêrîvan Firat axivî û bal kişand ser berxwedana grevên birçîbûnê.

Bi tevlîbûna Kurdistanî, partiyên çep ên Fransa, sendîkayên karkeran, komên ekolojîst û femînîst li bajarê Montpellîer ê Fransayê jî 1’ê Gulanê hate pîrozkirin. Kurdistaniyan di meşê de têkildarî grevên birçîbûnê yên bi pêşengtiya Leyla Guven ji bo şikandina tecrîdê hatibû destpêkirin belavok belavkirin. Diyarkirin ku tecrîd sûcekî yê mirovahiyê ye û banga divê Kurd xwedî li berxwedanê derbikevin kirin.

Li standa li Qada Comedîeyê hate danîn jî ji bo balê bikişînin ser grevan belavok hatin belavkirin û banga hestyariyê hate kirin.

MONTPELLÎER

Kurdistanî, partiyên çep ên Fransî, sendîkayên karkeran, komên ekolojîst û femînîst jî li bajarê Montpellîer a Fransayê tevlî pîrozbahiya 1’ê Gulanê bûn. Kurdistaniyan di çaaliyê de belavokên ku balê dikişînin ser berxwedana grevên birçîbûnê yên bi pêşengtiya Leyla Guven hatibûn destpêkirin û hate gotin ku tecrîd sûcekî yê mirovahiyê ye.

LÎMASSOL

Kurdistaniyên li bajarê îmassol ê Qibrisê li Navenda Çanda Kurd a Theofîlosê kom bûn meşiyan. Kurdistaniyên li Parka Moloz kom bûn bi belavoka hate xwendin ji bo grevên birçîbûnê û tecrîda li ser Ocalan daxuyaniyek dan.

ST. POLTEN

Li bajarê St. Polten ê Awûsûryayê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û yekbûyên Federasyona Yekîtiya Elewiyên Ewûstûrya ya St. Poltenê tevlî pîrozbahiya meşa 1’ê Gulanê bûn. Di meşê de wêneyên Ocalan û berxwedêrên di grevê de hatin hildan û dirûşmên “Ji Ocalan re azadî”, “Bijî 1’ê Gulanê”, “Deng bidin Rojiya Mirinê” û “Bijî Berxwedana Leyla yê” qîr kirin. Di axaftinên siyasetmedarên Awûstûryayê de bal hate kişandina ser berxwedana grevên birçîbûnê, anîn ziman ji bo daxwazên çalakvanan pêk werin bikevin tevgerê.

GRAZ

Kurdistaniyên li Sudtîrolerplatz a bajarê Graz a Awûstûryayê hatin ba hev bi meşekê 1’ê Gulanê pîroz kirin. Kurdistaniya di meşê de pankarta bi nivîsa ‘Ji bo Abdullah Ocalan çalakiyên grevan dewam dikin’ dîsa alên YPG, YPJ,TJK-E û PYD’ê hatin hildan. Di meşê de gelek belavok jî hatin belavkirin.

LONDON

Bi tevlîbûna bi sedan Kurdistanî û Tirkiyeyî di pîrozbahiya 1’ê Gulanê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin. Meş ji Pirtûkxaneya Karl Marks destpêkir, gelek Kurdistanî û saziyên sosyalîst ên çepgir ên Tirkiyeyî li Qada Trafalgarê mîtîngek lidar xistin. Di mîtîgnê de endama Gik-Der Eylem Ozdemîr axivî û bal kişand ser berxwedana grevên birçîbûnê yên didomin. Ozdemîr li dijî tecrîdê banga piştevaniyê li kedkarên Brîtanî kirin.