Rêxistina Navendî ya Sendîkaryên Swêdê (SAC) a bi dirûşma ‘Bi hev re ji bo mafê grevê’ bi tevlîbûna 15 hezar kesî ya li Qada Sergel Torg a Stockholmê dirûşmên mafê grevan sînordar dike qîr kirin.
Kurdisanî, rêxistinên Elewî û şoreşgerên Tirkiyeyî bi pankar û alên xwe cihê xwe di pîrozbahiya 1’ê Gulanê ya li Qada Medborgarplatsen a ji aliyê Partiya Çep ve hate organîzekirin bûn.
Kurdistaniyan di tevahiya meşê de dirûşmên ‘Daxwazên Leyla Guven daxwazên me ne’, ‘Jin, jiyan, azadî, Sara, Rojbîn, Ronahî’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘ Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’ qîr kirin.
Di meşê de komeke Swêdî ji bo piştevaniya bi gelê Kurd re alên YPG, PKK’ê û wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û dirûşmên dewleta Tirk şermezar dikin û destekê didin PKK’ê qîr kirin.
Kurdistaniyan ji bo Swêdiyan ji grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyeyê û belavî Ewropayê bûne agahdar bikin bi hezaran belavok belavkirin.