‘Di 1’ê Gulanê de em azadiya Rêber Apo qîr bikin’

Berxwedêrên greva birçîbûnê yên li Strasboûrgê peyamek weşandin. Di peyamê de hate diyarkirin ku divê di 1’ê Gulanê de her kes azadiya Rêber Apo qîr bikin.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê 14 çalakger 135 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne. Li ser navê Komîteya Amadekar a çalakiyê peyamek hate weşadin û hate diyarkirin ku di 1’ê Gulanê de divê tevî gelên cîhanê têkoşîneke hevpar were kirin.

Çalakger Yuksel Koç (Hevserokê KCDK-E’yê): 1’ê Gulanê di serî de li Rêber Apo û li hemû kedkaran pîroz be. Di vê serdemê de modernîteya kapîtalîst di nav krîzeke mezin de ye, ji ber vê jî divê hemû bindest, karker û kedkarên cîhanê di 1’ê Gulanê de têkoşîna xwe bikin yek.

Li welat û li derveyî welat berxwedêrên greva birçîbûnê destkeftiyên mezin bi dest xistine. Di vê serdemê de divê parêzvanên kedê yên Tirkiye û cîhanê, têkoşîna xwe bikin yek û dengê berxwedêran bigihînin cîhanê. Ji ber ku tecrîda li ser Rêber Apo ne bi tenê li ser Kurdan e. Ev tecrîd li ser tevgerên kedê yên Tirkiyeyê û tecrîda li ser azadîxwaz û aştîxwazan e. Ji ber vê jî ji bo şikandina tecrîdê divê em têkoşîna xwe berfirehtir bikin.

Li ser navê hemû berxwedêrên Strasboûrgê em diyar dikin ku di 1’ê Gulanê de divê azadiya Rêber Apo were qîrkirin.

Şukran Sîncar (Endama Komîteya Amadekar):  1’ê Gulanê cejna hemû karker, kedkar û sosyalîstan e. Ji ber vê jî di vê 1’ê Gulanê de divê li dijî hemû kedxwaran têkoşînek were kirin û berxwedana hevpar were avakirin. Li hemberî faşîzma AKP û MHP’ê divê hemû kedkar bibin yek û li ber xwe bidin.

Ji ber vê jî divê herî zêde jin li hemberî hemû neheqiyan di 1’ê Gulanê de dakevin qadan. Li ser vî esasî ez 1’ê Gulanê li hemû karker û kedkaran pîroz dikim.