Dewleta Tirk û PDK li Stockholmê hatin protestokirin
Êrîşa li dijî nûnertiya KNK’ê ya li Başûrê Kurdistanê, li Stockholmê ku paytexta Swêdê ye, hat protestokirin.
Êrîşa li dijî nûnertiya KNK’ê ya li Başûrê Kurdistanê, li Stockholmê ku paytexta Swêdê ye, hat protestokirin.
Li dijî êrîşa bi çekan ku li KNK’ê ya li Başûrê Kurdistanê hat kirin û nûnerê kongreyê Denîz Cevdet Bulbun hat qetilkirin, Kurdistaniyan li Stockholma paytexta Swêdê daketin qadan.
Kurdistanî li qada Sergels Torgê hatin ba hev û bi sedan belavok belav kirin. Di axavtinan de ku li qadê hatin kirin, hat diyarkirin ku nabe mirov xiyaneta PDK’ê qebûl bike û divê mirov feraseta qirker li her derê teşhîr bike.
Çalakiya bi organîzekirina Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hat lidarxistin, bi berzkirina dirûşmeyên ‘’Artêşa Tirk destbixwîn, bicehime ji Kurdistanê’’, ‘’Erdoganê kujer’’ û ‘’PDK ya hevpar’’ bi dawî bû.