Dewleta Tirk û PDK li Melboûrneyê hatin protestokirin

Li bajarê Melboûrne yê Awûstralyayê dewleta Tirk û PDK hat protestokirin.

Li bajarê Melboûrne yê Awûstrayayê dewleta Tirk a dagirker û hevkar PDK hat protestokirin. Çalakî li ber li ber Pirtûkxaneya Eyaletê ya Victoria hat lidarxistin. Di çalakiyê de êrîşa li dijî Nûnertiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya di 18’ê Îlonê de li bajarê Hewlêrê jî hate protestokirin. Di çalakiyê de Denîz Cevdet Bulbun ê di êrîşê de şehîd bibû jî hate bibîranîn.

Li vir Nûnerê KNK’ê yê Melboûrneyê Heval Herkî daxuyaniya bi zimanê Îngilizî xwend.

Di çalakiyê de ji Komîteya Piştevaniya bi Rojava Davîd Holmes axaftinek kir.