Dewleta Tirk li Viyanayê hate protestokirin

Dewleta Tirk ku mexdûrên erdhejê terkî mirinê kir, li Viyanayê hat prostestokirin.

Li paytexta Avûstûrya Viyanayê, bi pêşengiya Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) û partiyên siyasî yên Kurdistanî, bi armanca protestokirina dewleta Tirk ku piştî erdhejê gel terkî mirinê kir, meşek hat lidarxistin.

Meşa ku nêzî 300 kes beşdar bûn, ji bo bîranîna kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Di çalakiyê de daxuyaniya hevpar ku ji aliyê ADGB û partiyên siyasî yên Kurdistanî ve hatibû amadekirin, hate xwendin.

Di axaftinên hatin kirin de hate diyarkirin ku mirina bi deh hezaran kes ji ber xemseriya dewletê ye û wiha gotin, “Ev ne karesateke xwezayî ye, qetlîama dewletê ye.”

Di tevahiya meşê de dirûşmeyên, “Li diî faşîzmê mil bi mil” û “Erdogan qatil û faşîst e” hatin berzkirin.