Dewleta Tirk li Parîsê hate şermezarkirin

Desteserkirina şaredariyên HDP'î, êrişên dagirkeriyê û êrişên li ser goristanan ku ji aliyê rejîma AKP-MHP'ê ve tên kirin, li Parîsê hatin şermezarkirin.

Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jin ên Ciwan ên Azad li paytexta Fransa Parîsê li hev kom bûn û desteserkirina şaredariyên HDP'î, êrişên dagirkeriyê û êrişên li ser goristanan ku ji aliyê rejîma AKP-MHP'ê ve tên kirin, şermezar kirin.

Ciwanan ji stasyona Metroyê ya Chateletê heta stasyona Gare du Nord di nava metroyê de li ser rewşa dawî ya li Tirkiye û Kurdistanê agahî dan.

Ciwanên Kurd kiryarên faşîst ên dewleta Tirk teşhîr kirin û pankarta bi nivîsa "Terorîst Tirkiye" vekirin. Ciwanan belavok dan mirovên di metroyê de.

Çalakî bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.