Dewleta Tirk li Parîsê hate protestokirin

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a li dijî Mexmûrê li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye çalakiya protestoyê hate lidarxistin.

Çalakî saet di 14.00’an de li Qada Repûblîqûeyê hate lidarxistin. Çalakgerên greva birçîbûnê û Kurdistanî tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de berdevka Tevgera Jinên Kurd a Fransayê Bêrîvan Firat bal kişand ser çalakiya parlementera HDP’ê Leyla Guven û diyar kir ku çalakî ketiye asteke krîtîk. Firat got ku, “Em di heman demê de bêdengiya li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Mexmûr û Şengalê jî şermezar dikin.”

Di çalakiyê de li ser tecrîda li rêzdar Ocalan û li ser armanca çalakiyên greva birçîbûnê bi sedan belavok hatin belavkirin.