Dewleta Tirk li Kîelê hate protestokirin
Li bajarê Kîel ê Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê bi çalakiyekê hate protestokirin.
Li bajarê Kîel ê Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê bi çalakiyekê hate protestokirin.
Li Kîel tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera qetlîama li Şengalê hatin protestokirin.
Kurdistanî li gel Civaka Elewî ya Kîel û Elmanan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên QSD, YPG, YPJ’ê û pankartên bi Elman-Kurdî hildan.
Di çalakiyê de hate gotin ku dewleta Tirk bi hemû derfetên xwe êrîşî Kurdistanê dike. Hate diyarkirin gerîlayên ku li Heftanînê berxwedanekî mezin dikin, çawa li Şengalê çeteyên DAÎŞ’ê têk birin, wê îro jî çeteyên Erdogan têk bibin.
Çalakî bi dirûşmên ‘Qatil Erdogan’,’Terorîst Erdogan’, ‘Bijî Berxwedana Rojava’, ‘Bijî Berxwedana Heftanîn’, ‘Bijî Gerîla’ û ‘Bijî Seroka Apo’ bi dawî bû.