Dewleta Tirk li dijî sivîlan sûc dike

Parlamenterê berê yê Parlamenta Eyaleta Berlinê Hakan Taş ragihand, ku dewleta Tirk beriya hilweşîna rejîma Esad jî timî êrîşî Rojava dikir û got, dewleta Tirk li dijî sivîlan sûc dike.

HAKAN TAŞ

Parlamenterê berê yê Parlamenta Eyaleta Berlinê Hakan Taş anî ziman ku artêşa Tirk ne tenê piştî hilweşîna rejîma Esad, beriya wê jî êrîş dibir ser Rojavayê Kurdistanê, sivîlên li herêmê her tim dikir hedef û heta niha bi sedan mirovên sivîl jiyana xwe ji dest dane.

Taş bi bîr xist ku herî dawî rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin qetilkirin, ev yek sûc e, lewma şermezar dike û got, "Ji aliyê ti welatî ve divê neyê qebûlkirin ku rojnamevanên bêguneh ên li ser wezîfeya xwe bêne qetilkirin. Bang li raya giştî ya Ewropayê dikim ku dengê xwe bilind bike û nerazîbûnê nîşan bide."

Taş diyar kir ku bi destpêkirina rewşa nû ya li Sûriyeyê re rayedarên Federal ên Elman û welatên din ên pêwendîdar serdan li Tirkiyeyê kirin û rexne kir ku êrîşên li ser Kurdan nexistin rojevê.

Taş bi bîr xist, ji bo girtina lîderê rêxistina HTŞ'ê ya ku di lîsteya terorê de ye DYE'yê 10 milyon dolar xelat daniye, lê belê bi bûyerên dawî re ev biryar hatiye rakirin û got, "Emerîka û welatên din ên Ewropayê ji bo karibin rêyên hevkariya bi HTŞ'ê re vekin dest bi avêtina gavê kirin. Di vê mijarê de bi hev re ketine nava pêşbirkê."

Taş ji bo parastina mafên gelê Kurd ên li Sûriyeyê û piştgiriya bi têkoşîna wan re bang kir û got, dewleta Tirk bi êrîşan zerareke cidî dide sivîlan, ji bo rawestina vê jî divê her kes dengê xwe bilind bike.