Dewleta Tirk a dagirker li Luzern û Lozanê hat protestokirin

Dewleta Tirk a dagirker û xiyaneta PDK’ê li bajarên Luzern û Lozanê bi çalakiyan hate protestokirin. Di çalakiyan de li dijî dagirkeriyê û xiyanetê banga rabe li ser piyan hat kirin.

Li bajarê Luzern û Lozan ên Swîsreyê, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û xiyaneta PDK’ê bi çalakiyan hate protestokirin.

LUZERN

Kurdistaniyên li bajarê Luzernê dijîn, bi ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (CDK-Luzern) li ber statsyona navendî ya bajêr hatin ba hev. Di çalakiyê de ji go giyanê şehîdan deqeyek rêz hate girtin.

Di çalakiyê de Hevserokê CDK-Luzernê Mulla Şahîn axivî û got: “Çi dibe bila bibe teqez em ê biserbixin.”

Di çalakiyê de daneza bi zimanê Elmanî hat xwendin. Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana gerîla”, “Bimre xiyanet” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

LOZAN

Li bajarê Lozanê jî êrîşên dagirkeriyê û xiyaneta PDK’ê hat protestokirin. Girseya gel a li ser banga CDK-Lozanê li qada St. Laurentê hatin ba hev, bêyî navber dirûşme berz kirin.

Di çalakiyê de li ser navê Yekîtiya Jinên Kurda a Swîsre (YJK-S) Hatîce Kendal axivî. Hatîce Kendal bal kişand bi ser hevkariya PDK û Malbata Barzanî ya bi dewleta Tirk re û got: “Ev hevkariya qirêj dixwaze axa Kurdistanê radestî dewleta Tirk a dagirker bike. Em ê weke gelê azadîxwaz bi gerîlayên xwe re bin.”

Li ser navê CDK-Lozanê jî Ramazan Oba daneza bi zimanê Fransî xwend.  Oba anî ziman ku niha herêm ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê şewitandin û vale kirin.

Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.