‘Dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên li ser Kobanê dixwaze tola DAIŞ’ê hilde‘

Li Berlînê êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Kobanê hate şermezarkirin. Li ser navê PYD’a Berlînê Deham Îbrahîm axivî û got: “Dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên li ser Kobanê dixwaze tola çeteyên DAIŞ’ê hilde.“

Li ser banga Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Berlînê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Kobanê li ber avahiya konsolosxaneya DYA’ê bi çalakiyekê hate şermezarkirin. Di çalakiyê de wêneyên zarokên ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatin qetilkirin hatin hildan.

‘DIXWAZIN TOLA DAIŞ’Ê HILDIN‘

Di çalakiyê de li ser navê PYD’a Berlînê Deham Îbrahîm axivî. Îbrahîm diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrîşan dixwaze tola çeteyên DAIŞ’ê hilde û got: “Çawan ku çeteyên DAIŞ’ê li dijî gelê Kobanê bi serneket wê artêşa Tirk û Erdogan ji bi serneveke. Wê Gelê Kobanê li dijî êrîşan paş de gavê neavêje.“

ZAROKÊN VÎ GELÎ NE

Îbrahîm, di axaftina xwe de wêneyê zarokê ku dewleta Tirk a dagirker li Kobanê qetilkiriye hilda û got: “Dibêjin li Kobanê PKK heye, em dipirsin; zarokê we li Kobanê qetil kir, fermandarê HPG’ê bû? Gerîlayên HPG’ê û şervanên YPG û YBŞ’ê jî zarokê vî gelîn e! Êrîşên li ser PKK’ê û YPG’ê jî li ser vî gelî ne.“

Çalakî bi dirûşmeyên“Bijî Berxwedana Kobanê”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxwedana Rojava” dawî bû.