BI DÎMEN

Desteserkirina vîna Colemêrgiyan li Ewropayê hat protestokirin

Li bajarê Zurîh ê Elmanyayê û li bajarên Darmstadt û Kîel ên Elmanyayê desteserkirina vîna Colemêrgiyan hat protestokirin û peyama, “Gele Kurd çawa ku duh li Wanê xwedî li vîna xwe derket, wê îro jî bi heman vînê berxwedana xwe bidomîne.”

DESTESERKIRINA ŞAREDARIYA COLEMÊRGÊ

Kurdistaniyên li Ewropayê binçavkirina Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Sidik Akiş û desteserkirina şaredariyê bi çalakiyan protesto kirin.

ZURÎH

Kurdistaniyan li dijî desteserkirina şaredariya Colemêrgê ji aliyê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ve, li bajarê Zurîh ê Swîsreyê hêrsa xwe nîşan dan.

Kurdistanî û dostên wan ên li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Zurîhê li pêşiya Konsolosxaneya Tirk li hev civiiyan, gelek caran dirûşmeyên protestokirina qeyûmê berz kirin. Di çalakiya protestoyî de ku pêkhateyên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk (ADGB) piştgirî da, daxuyaniya hevpar a bi zimanê Elmanî hate xwendin. Piştre Siyasetmedar Alî Şîmşek û Hevserokê CDK-S’ê Cemal Ozdemîr axivîn. Alî Şîmşek got: “Dewleta Tirk bi tayînkirina qeyûmê li şaredariyên ku gelê Kurd bi ser ketin, xizmetguzariya gel asteng dike. Em ê li dijî desthilatdariya qeyûmê li her derê li ber xwe bidin. Em ê serê xwe li dijî desteserkirina vînê netewînin. Ez bang li her kesên alîgirê demokrasiyê dikim ku li dijî desthilatdariya qeyûmê helwest raber bikin.”

Şîmşek diyar kir ku polîtîkaya tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê û girtina siyasetmedarên Kurd di Doza Qirkirina Siyasî ya Kobanê de nîşan dide ku polîtîkayên zext û tepisansinê dewam bikin. Şîmşek got: “Gelê Kurd di hilbijartinên 31’ê Adarê de careke din vîna xwe nîşan dan û dersa pêwîst dan AKP-MHP’yê. AKP-MHP’ê polîtîkayên qeyûmê ku 10 sal in li Kurdistanê dimeşîne, careke din xist dewrê û xwest bi vî rengî têkçûna xwe binixumîne. Gelê Kurd çawa ku duh li Wanê xwedî li vîna xwe derket, wê îro jî bi heman vînê berxwedana xwe bidomîne.”

DARMSTADT

Li bajarê Darmstadê Elmanyayê jî ji bo protestokirina desterserkirina vîna Colemêrgê bi organîzasyona Meclîsa Darmstadtê li Luîsenplatzê daxuyaniyekî girseyî hat dayîn. Daxuyaniya ku ji aliyê Meclîsa Darmstadê hat amadekirin, ji girseyê re hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em qebûl nakin ku hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê careke din qeyûm tayînî şaredariyên me bike. Ev desthilatdariya ku Şaredariya Wanê ku bi berxwedana gel ji nû ve hat girtin, nexist bin kontrola xwe, niha jî qeyûm avêt Şaredariya Colemêrgê. Lê gel wê bi berxwedanê şaredariyên xwe dîsa bigirin.”

Piştî daxuyaniiyê girse dirûşmeyên “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Kujer Erdogan” berz kirin û danezana KON MED’ê hate xwendin.

KIEL

Li bajarê Kîel ê Elmanyayê desteserkirina Şaredariya Colemêrgê hat protestokirin. Kurdistaniyên ku li Hauptbahnhofê li hev civiyan, bi dirûşmeyan faşîzma AKP-MHP’ê şermezar kirin.

Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a Kîelê Hasan Mûş di çalakiyê de axivî û anî ziman ku ew ê tu caran qeyûman qebûl nekin, wê xwedî li çalakiyên li Colemêrgê û Kurdistanê derkevin û bi her awayî piştgiriyê bidin.

Nûnerê Defend Kurdistanê jî diyar kir ku divê ne tenê gelê Kurd hemû kesên dijberî faşîzmê li dijî êrîşên desthilatdariya Erdogan derkevin.

Çalakiya protestoyî ku li dijî qeyûnmê di saet 17:00’an de destpê kir, bi daxuyanî û dirûşmeyan bi dawî bû.

DORTMUND

Li bajarê Dortmund ê Elmanyayê jî desterserkirina vîna Colemêrgiyan bi mitîngekî hat protestokirin.

Di çalakiya ku li pêşiya stasyona trenê ya navendî hat lidarxistin de desteserkirina vînê bi hilgirtina pankartan hat teşhîrkirin. Di çalakiyan de axaftin hatin kirin û Doza Qirkirina Siyasî ya Kobanê û desteserkirina şaredariyan a ji aliyê zîhniyeta faşîst a AKP-MHP’ê ve bi mînakan hat teşhîr kirin.