Derbarê greva birçîbûnê pirs ji Serokwezîra Îngîltereyê re hate kirin

Grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, li Parlementoya Keyîtiya Yekgirtî hate nîqaşkirin.

Di rûniştina ‘pirsên ji Serokwezîr re’ de ya li Parlementoya Keyîtiya Yekgirtî, berxwedana grevên birçîbûnê hate rojevê. Parlementera Galê Lîz Savîlle Roberts diyar kir ku mafên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê dewleta Tirk ve tê binpêkirin.

MAFÊN OCALAN TÊN BINPÊKIRIN

Parlementer Lîz Savîlle Roberts di pirsa xwe de got ku “Îmam Şîş 143 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye. Tendirustiya wî ketiye asta krîtîk. Tevî Şîş, li her dera cîhanê bi hezaran kes ji bo protestokirina tecrîda li ser rêzdar Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Dewleta Tirk mafên mirovî yên Ocalan binpê dike. Ji bo ku zextên li ser gelê Kurd were rakirin me 48 parlementeran nivîs ji Wezîrê Karê Derve yê Keyîtiya Yekgirtî re şand. Ez bawer im Serokwezîr hay ji vê rewşa cîddî heye.”

‘EM Ê JI DEWLETA TIRK BIXWAZIN KU BILA GAVAN BIAVÊJIN’

Serokwezîra Keyîtiya Yekgirtî Theresa May jî got ku “Em ji dewleta Tirk dixwazin ku bila mafên hiqûqî û zagonî yên girtiyan pêk bîne. Sefîrê me yê li Enqereyê, ev grevên birçîbûnê bi rayedarên Tirkiyeyê re nîqaş kirine. Em ê rewşa çalakgerên greva birçîbûnê bişopînin û em ê li bendê bin ku dewleta Tirk gavan biavêje.”

Demek berê li Meclîsa Galê jî pêşniyaznameyek hatibû qebûlkirin. Di pêşniyaznameyê de hatibû diyarkirin ku divê zextên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were şermezarkirin û ji bo ku CPT biçe Îmraliyê banga daxuyaniyeke fermî hatibû kirin.