Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Bruksel û Dusseldorfê çalaki

Li paytexta Belçîka Brukselê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Konseya Ewropayê çalakiyek hat lidarxistin. Bi heman armancê li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê jî kon hat vedan.

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Belçîkayê (NAV-BEL) bi çalakiya kon a li ber Konseya Ewropayê bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Çalakî beriya lûtkeya Ewropayê ya ku di 26 û 27’ê Cotmehê de li Brukselê bê lidarxistin, pêk hat.

Di çalakiya ku bi dehan kes beşdar bûn de bang li saziyên Ewropayê hat kirin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd têkevin nava liv û tevgerê.

Di daxuyaniya NAV-BEL’ê de hat gotin ku tecrîda mutleq li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, hem li dijî hiqûqa Tirkiyeyê û hem jî li dijî hiqûqa navneteweyî ye û daxuyand ku ew ji tenduristî û ewlehiya wî bi fikar in.

DÊ LI BER KOMÎSYON Û PE’YÊ ÇALAK BÊ LIDARXISTIN

NAV-BEL wê di 26'ê Cotmehê de li ber Komîsyona Ewropayê û di 27'ê Cotmehê de jî li ber Parlamentoya Ewropayê çalakî li dar bixin.

Ev çalakî di çarçoveya pêngava cihanî ya “Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ya ji aliyê dostên gelê Kurd ve di 10’ê Cotmehê de li dehan navendên cîhanê hemwext hatibû destpêkirin, bê lidarxistin

DUSSELDORF

Li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê jî çalakiya kon hate lidarxistin. Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) û pêkhateyên FED-MED ên Bonn, Koln û Dusseldorfê çalakî li dar xistin.

Çalakiya 3 rojan wê her roj di navbera saet 12.00-16.00’an de pêk were. Di roja yekem a çalakiyê de belavok hatin belavkirin û dirûşm hatin berzkirin.