DEM-NED û YJK-H: Em di 15’ê Sibatê de li Strasboûrgê kom bibin!

Rêxistinên Kurd ên demokratîk ên li Hollanda DEM-NED û YJK-H’ê, ji bo meşa ku wê 15'ê Sibatê di salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo de li Strasboûrgê bê lidarxistin, banga tevlîbûneke xurt kirin.

Federasyona Komeleyên Kurd ên Hollandayê (DEM-NED) û Yekîtiya Jinên Kurd li Hollandayê (YJK-H) daxuyaniyek hevpar weşand. 

DEM-NED û YJK-H’ê di daxuyaniya hevpar de gotin, "Têkoşîna gelê Kurd û dostên wan a li dijî komploya navneteweyî ku di 15'ê Sibata 1999'an de hate kirin, zêdeyî 25 sal in bi biryardarî dewam dike. Îsal jî weke her sal em ji çar aliyên Ewropayê li dijî tecrîda li ser Rêber Apo û polîtîkayên hêzên komploger ber bi Strasboûrgê ve dimeşin û dengê xwe bilind dikin.”

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin, “Meşa îsal ne tenê dewama dema bihurî ye, di heman demê de di pêvajoyeke dîrokî de ku siberoj lê teşe digire de, tê lidarxistin. Di vê pêvajoyê de li Îmraliyê hevdîtin pêk hat û hêviyên aştiyê ji nûve zindî bû. Di vê wateyê de têkoşîna gelê Kurd ji her demê bêhtir bi watetir e. Kedên mezin ên bi dehan salan û daxwaza azadiyê ya ku her sal li Strasboûrgê deng vedide, îro em anîne qonaxeke krîtîk a têkoşînê.

Em hevrêyên xwe yên ku di dema pêkhatina komployê de bi dirûşma 'Hûn nikarin roja me tarî bikin!' bedena xwe dan ber agir, bi rêzdarî bibîr tînin. Berxwedana wan 15'ê Sibatê kir rojeke mezinkirina berxwedan û têkoşîna azadiyê. Îro jî bi heman hişmendiyê em careke din diyar dikin ku heta azadiya Rêber Apo pêk were, em ê bê navber têkoşîna xwe dewam bikin.

Weke DEM-NED û YJK-H’ê em bang li hemû dost û hevrêyên xwe bi taybetî li jinan dikin ku tevlî vê meşa dîrokî bibin. Em di 15'ê Sibatê de li Strasboûrgê li hev kom bibin, têkoşîna xwe mezin bikin, azadiyê bi ser bixînin û aştiyê ava bikin!"

Saet û navnîşanên otobûsên ji Hollandayê diçin Strasboûrgê bi vî rengî ne:

Arhnem
Dîrok:14/02/2025
Saet: 11:30
Navnîşan: Rijnhal Olympus Arhem

*

Amsterdam
Dîrok:14/02/2025
Dema rêketinê: 22:00
Symon Claeszstraat 2
Zaandam

*

Den Haag
Dîrok: 14/02/2025
Saet: 22:00
Navnîşan: Radarstraat 23
Den Haag