De Mîstûra berî ku biçe bi pey Komîteya Destûrê ketiye
Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê NY'yê Staffan de Mîstûra bi wezîrên karê derve yê Îran, Tirkiyê û Rûsyayê re ji bo aavkirina Komîteya Destûrê li Bûroya Cinêvê ya NY'yê rûnişt.
Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê NY'yê Staffan de Mîstûra bi wezîrên karê derve yê Îran, Tirkiyê û Rûsyayê re ji bo aavkirina Komîteya Destûrê li Bûroya Cinêvê ya NY'yê rûnişt.
Rêveberê ne serkeftî yê Cinêvê, Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffan de Mîstûra bi welatê grantor ê Astanayê Rûsya, Îran û Tirkiyê re, bi wezîrên wan ên karê derve li Bûroya Cinêvê ya NY'yê rûnişt.
Di civînê de De Mîstûra li gel şandeya xwe bi Wezîrên Karê Derve yê Tirk, Îranî û Rûs re rûnişt.
CIVÎNA DAWÎ
Tê gotin ev civîna dawî ya bi mijara Sûriyê ya De Mîstûra ye, ku beriya niha hatibû gotin dawiya Mijdara 2018'an wê dawî li peywira wî were. Tê gotin, her wiha De Mîstûra ji bo ser neserkeftinya xwe ya heta niha binixumîne, dixwaza Komîteya Destûrê ava bike û wiha biçe.
Beriya niha bi daxuyaniyekê hatibû gotin Komîteya Destûrê wê ji 150 kesî pêk were, ji van 50 jê ji wê rejîmê, 50 ji muxalefetê û yên mayî jî ji hêla rewşabîr, nivîskar, nûnerên saziyên sivîl pêk were, ku wê ji hêla De Mîstûra ve bihatana hilbijartin. De Mîstûra her wiha gotibû komîteya ku wê were avakirin, nîvî jê divê ji jinan pêk were.
Tê payin heke li hev werin Mîstûra Komîteya Destûrê ragihîne.
Tê gotin De Mîstûra ji bo Komîteyê bi gelek rêveberên DYA, Fransa, Ingiltere û û Ewropî re rûniştiye û fikir ji wan standiye.
HÎÇ BEHSA ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK ÊN LI SER KURDAN NEKIR
Balkêş e ku civîn di demeke wiha de pêk tê ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan gefan li Rojava dixwe, De Mîstûra ku gelek caran li ser şerê li Sûriyê daxuyanî dayî, heta niha carekê jî li ser êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Kurdan ti daxuyanî nedaye.