Damezirandina PKK’ê li gelek welatan hate pîrozkirin

Salvegera 41’emîn a PKK’ê li gelek welatên Ewropayê hate pîrozkirin.

TOÛLOÛSE

Li bajarê Toûloûse yê Fransayê salvegera 41’emîn a PKK’ê hate pîrozkirin. Di çalakiyê de qetlîamên li ser Rojava jî hatin şermezarkirin.

Sekreterê Neteweyî yê Partiya Çep Jena Chrîstophe Sellîn dagirkeriya Tirk şermezar kir û xwest ku bila PKK ji ‘lîsteya terorê ya YE’ were derxistinû Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serbest were berdan. Sellîn ê ku endamê meclîsa herêmîya Occîtanî ye diyar kir ku wan projeya 100 hezar eûro ya ji bo alîkariya nexweşxaneyên Rojava qebûl kirine.

MONTPELLÎER

Li bajarê Montpellîerê jî bi wesîleya salvegera damezirandina PKK’ê şevek hate lidarxistin. Di şevê de siyasetmedarê Kurd Kemal Aktaş qala PKK’ê kir û got “PKK tevgera azadiyê ya gelê Kurd e.”

Di çalakiyê de sînevîzyonek hate nîşandan.

SALA

Li bajarê Sala yê Swêdê jî çalakiyek hate lidarxistin. Ji bajarên Gavle, Orebro, Vesteros û derdora Salayê gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Pîrozbahiya îsal diyarî berxwedana Rojava hate kirin. Di çalakiyê de sînevîzyona li ser damezirandina PKK’ê hate nîşandan.

BELÇÎKA

Li Belçîkayê li bajarê Aarschotê jî salvegera damezirandina PKK’ê hate pîrozkirin. Gelek hunermend tevlî çalakiyê bûn û sînevîzyonek hate nîşandan.