Dagirkeriya Tirk li Rûsya hate protestokirin
Kurdên li Komara Adîgey a herêma Krasnodar a Rûsya dijîn, êrîşên dagirkeriyê ya Tirk protesto kirin.
Kurdên li Komara Adîgey a herêma Krasnodar a Rûsya dijîn, êrîşên dagirkeriyê ya Tirk protesto kirin.
Êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Kurdistanê ji aliyê Kurdên li Rûsyayê dijîn ve hate protestokirin.
Di çalakiyê de li ser navê Meclîsa Kurd a Adîgey Hasan Alîxan axivî û destnîşan kir ku çawa heta niha artêşa Tirk a dagiker encam negirtiye wê ji niha û şûnde jî ti encam negire.
Alîxan anî ziman ku têkoşîna bi pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê pêk hatiye, hemû polîtîkayên înkar û îmhayê vala hatiye derxistin û got: “Bi saya hezaran şehîd gelê Kurd hebûna xwe parastiye.”
Alîxan bang li PDK’ê û malbata Barzanî kir ku dev ji vê hevkariya xwe ya li gel dewleta Tirk berde.
Alîxan diyar kir ku azadiya gelê Kurd bi yekîtiyê pêkan e.