Dagirkeriya Tirk li Stockholmê hate protestokirin

Kurdistanî û dostên wan li qada Sergelstorg a paytexta Swêd Stockholmê hatin ba hev û dagirkeriya Tirk a li ser Rojava protestokirin.

Li ser navê Koma Çalakiyê ya bi armanca piştevaniya bi Rojava re ya li dijî dagirkeriyê hatibû avakirin Carolîna Farraj anî ziman ku êrîşa li ser Kurdan a DAÎŞ têk bir û li herêmê ji bo hemû etnîk bi hev re bijîn sîstemek avakirin, qebûl nakin.

Faraj bal kişand ser sivîlên bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin, daxwaz ji civak navnetewyî û Neteweyên Yekbûyî kir ku li dijî qetlîamên Tirk û êrîşên qirker bikevin tevgerê û mudaxele bikin.

Parlementerên Partiya Çep Danîel Rîazat û Malcolm Monodoû Jallow jî tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de tim dirûşmên ku dewleta Tirk şermezar dike hatin qîrkirin.