Dagirkeriya Tirk li Kopenhagê protesto kirin

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Meclîsa Jinan a Sêvê li Kopenhagê êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên Tirk protesto kirin û banga xwedîderktinê li berxwedana gerîla kirin.

Li paytexta Danîmarka Kopenhagê êrîşên dagirkeriyê ya Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê û Kampa Penaberan a Mexmûr ya di bin sêwana Neteweyên Yekbûyî de bi çalakiyekê hate protestokirin.

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Meclîsa Jinan a Sêvê li navenda Mytov bi deqeyek rêzgirtinê çalakî da destpêkirin.

Di axaftinên hatin kirin de hate gotin ku êrîşa li ser Kampa Penaberan a Mexmûrê ya di bin sêwana NY’yê de ya bi desteka PDK’ê hate kirin, tê wateya qirkirina gelê Kurd.

Di çalakiyê de berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê hate silavkirin û hate destnîşankirin ku wê berxwedanê mezin bikin û bi serketinê tacîdar bikin.

Çalakî piştî axaftinan bi dawî bû.