Dagirkerî û qetlîam li Bîelê hate protesotkirin
Kurdistaniyên li Bîelê dijîn êrîşên qirker ên dewleta Tirk a li Kurdistanê bi çalakiyekê ya li bajarê Bîel a Swîsreyê protesto kirin.
Kurdistaniyên li Bîelê dijîn êrîşên qirker ên dewleta Tirk a li Kurdistanê bi çalakiyekê ya li bajarê Bîel a Swîsreyê protesto kirin.
Êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk li bajarê Bîel ê Swîsreyê li ser banga navenda civaka Kurd li pêşiya stasyona trenê ya navenda bajar hate protestokirin. Li vir mîtîngek hate kirin û dirûşmên êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk nîşan dide hatin qîrkirin û bi Elmanî û Fransî belavokek hate xwendin.
Di axaftinên hate kirin de hate gotin ku bi hincetên cihê dewleta Tirk a êrîşî nirxên gelê Kurd dike bi van êrîşan dixwaze qira Kurdan bîne.
Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.