Dagirkerî li Gavleyê hate şermezarkirin
Êrîşên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê li bajarê Gavle yê Swêdê bi çalakiyekê hate şermezarkirin.
Êrîşên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê li bajarê Gavle yê Swêdê bi çalakiyekê hate şermezarkirin.
Li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Kurdistaniyên li navenda bajar kom bûn, bomberdûman û êrîşên dewleta Tirk a li ser Mexmûr, Şengal û qadên gerîla şermezar kirin.
Di çalakiyê de alên PKK, KCK û alên Rojava hatin hildan û hate diyarkirin ku heta dagirkerî bi dawî nebe wê têkoşînê bidomînin.