Dagirkariya Tirk li Kîelê hate protestokirin

Êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Kîel a Elmanyayê hate protestokirin.

Li gel Kurdistaniyan bi tevlîbûna komên antî-faşîst, MLKP, Kurdistan Solîdarîtet, Civaka Elewî, Dîe Lînke û NCKD çalakî li pêşiya HBF’ê pêk hat.

Girse ji pêşiha HBF’ê heta pêşiya dêra mezin a Altemarkê meşiyan.

Di tevahî meşe de komên Elman bal kişandin ser êrîşên qirker ên dewleta Tirk û qetilkirina bi dehan sivîlî.

Di çalakiyê de dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Rojava’, ‘Terorîst Erdogan’, ‘Bijî YPG’ û ‘Bijî YPJ’ hatin qîrkirin.