DAÎŞ'ê berpirsyariya êrîşa li Strasboûrgê li xwe girt
Hate îdîakirin, çeteyên DAÎŞ'ê berpirsyariya êrîşa roja Sêşemê ya li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê li xwe girtiye. Di êrîşê de 3 kes miribûn.
Hate îdîakirin, çeteyên DAÎŞ'ê berpirsyariya êrîşa roja Sêşemê ya li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê li xwe girtiye. Di êrîşê de 3 kes miribûn.
Sûcdarekî berê yê bi navê Cherîf Chekatt, êvara Sêşemê di dema girtina Bazara Noelê de gule li derdorê reşandibû û 3 kes kuştibû. Ji ber êrîşê 13 kes birîndar bûbûn û êrîşkar doh êvarê saet 21'ê, li cihekî nêzî devera ku reviyabû, ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin.
Malpereke propagandayê ya çeteyên DAÎŞ'ê îdîa kir ku çeteyê bi navê Cherîf Chekatt 'leşkerê' wan e. Di malperê de hate îdîakirin, Chekatt bersiv daye banga DAÎŞ'ê ya beriya niha ji bo êrîşa li ser welatiyên welatên koalîsyonê.