BI DÎMEN

Kurdistaniyên li Cenevreyê li dijî êrîşên dagirkeriyê meşiyan

Kurdistaniyên li Cenevreyê li dijî dagirkerî û êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk meşeke girseyî li dar xistin. Di meşê debêdengiya dewlet û saziyên navneteweyî hatin şermezarkirin.

Li bajarê Cenevreyê yê Swîsreyê li dijî dagirkerî û êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek girseyî hate lidarxistin.
 

Girseya gel li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Cenevreyê (CDK-G) li Qada Mont Blancê li hev civiyan û pankartên êrîşên dewleta Tirk eşkere kirin.

Ji bo Memyan Armanc (Hekîm Tekîn), Welat Serhed (Welat Sonmez), Huseyîn Azad (Elyasa Çîftçî), Helmet Şahîn (Kawa Takor) ên di Operasyona Şoreşgerî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên li Zap û Xakurkê de şehîd bibûn, deqeyek rêz hat girtin. .

Piştre li ser navê CDK-GE'yê Kasim Erîk axaftinek kir û got ku armanca tecrîda giran a 3 sal in li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, dagirkirina tevahî Kurdistanê ye.

Erîk bêdengiya dewlet û saziyên navneteweyî ya li dijî êrîşên sûcên şer û dijmirovahiyê ên li ser jîngehên sivîlan bi taybet binesaziya herêmê tê kirin, rexne kir û got, "Îro em li cem gerîlayên azadiyê yên ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin, ne. Em piştgiriyê didin têkoşîna azadiya jinê, ekolojîk û demokratîk a ku li ser fikrên Rêber Apo hatiye afirandin. Em ê Şoreşa Rojava biparêzin. Li ser vî esasî weke gelê Kurd em ê li her derê li qadan bin."

Daxuyaniya çapemeniyê ya bi zimanê Fransî li ser navê Têkiliyên Derve yê Konseya Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S), ji aliyê Ramazan Baytar ve lhate xwendin.
Çalakî bi berzkirinai dirûşmeyan bi dawî bû.