Covîd-19: Li Ewropayê herî kêm 55 Kurdistanî bûn qurbanî
Ji ber pandemiya Covîd-19 ku li Çînê der bû û li cîhanê belav bû, li Ewropayê herî kêm 55 Kurdistaniyan jiyana xwe ji dest dan, nêzî hezar Kurdistanî jî bi vîrûsê ketine.
Ji ber pandemiya Covîd-19 ku li Çînê der bû û li cîhanê belav bû, li Ewropayê herî kêm 55 Kurdistaniyan jiyana xwe ji dest dan, nêzî hezar Kurdistanî jî bi vîrûsê ketine.
Ji ber pandemiya vîrûsa koronayê li parzemîna Ewropayê bi dehan Kurdistaniyan jiyana xwe ji dest dan.
Herî zêde li Elmanya, Fransa, Belçîka, Îngilistan, Hollanda, Swîsreyê vîrûsa koronayê bandor li Kurdistaniyan kir.
Li Elmanyayê ku nifûsa Kurdan lê zêde ye, heta niha derdora 120 hezar kes bi vîrûsa koronayê ketine. Hejmara qurbaniyan li gorî ya nexweşan kêm jî be ji ber ku derman hîn nehatiye dîtin, fikar zêde ne.
Li gorî texmînan li Elmanyayê milyonek û 500 hezar Kurd hene. Hejmara extiyaran û yên di kategoriya rîskê de ne bi têra xwe heye.
Li gorî statîstîkên KCDK-E'yê, li welatên Ewropayê heta niha 55 Kurdistaniyan jiyana xwe ji dest dan û herî kêm 955 kes jî bi vîrûsê ketine. Temenê qurbaniyan bi giranî derdora 60 salî ye, lê belê zarokekî 4 salî jî jiyana xwe ji dest da.
Kurdistanî herî zêde li Îngilistanê ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan. Piştre jî li Elmanya, Swêd û Fransayê bûn qurbanî. Li gorî daneyên KCDK-E'yê tablo bi vî rengî ye.
KURDISTANIYÊN LI WELATÊN EWROPAYÊ JIYANA XWE JI DEST DAN
Elmanya: 11
Îngilistan: 20
Swêd: 10
Fransa: 9
Belçîka: 5
HEJMARA NEXWEŞAN
Îngilistan: 350
Elmanya: 300
Fransa: 90
Hollanda: 54
Swêd: 45
Belçîka: 42
Swîsre: 37
Awûstûrya: 34
Danîmarka: 5
Kanada: 1
YÊN KU DI KARANTÎNAYÊ DE NE
Îngilistan: 80
Swêd: 14
Fransa: 11
Hollanda: 7
Belçîka: 5
Awûstûrya: 4
KAMPANYA 'MALBATÊN XWIŞK Û BIRA' YA HEYVA SOR A KURDISTANÊ
Li aliyê din di çarçoveya têkoşîna dijî pandemiya vîrûsa koronayê de Heyva Sor a Kurdistanê dest bi kampanya 'Malbatên xwişk û bira' kir. KCDK-E û TJK-E jî piştgiriya kampanyayê dikin. Ji saziya alîkariyê Mûrat Vargun diyar kir ku wê alîkariyê bidin malbatên mexdûr ên li 4 parçeyên Kurdistanê û got, "Kampanyaya me doh dest pê kir. Li Elmanya, Swîsre û Hollandayê tevlîbûn heye. Tevî ku rojek di ser re derbas bûye 150 kes tevlî bûne. Ev hejmar wê rojên bê zêdetir bibe. Em ê jî alîkariyê bi rêya komîsyonên xwe yên li Kurdistanê bigihînin malbatên mexdûr." Mûrat Vargun bang li her kesî kir ku tevlî kampanyayê bibin.
KOÇER: EM HEWL DIDIN PIRSGIRÊKÊN GELÊ XWE ÇARESER BIKIN
Konfederasyona Kurd KON-MED a li Elmanyayê jî bi rêya maseyên krîzê hewl dide alîkariyê bi Kurdistaniyan re bike. Ji aliyê tenduristî, hiqûqî û maîlî ve xizmeta şêwirmendiyê pêşkêş dike. Di bin sîwanê konfederasyonê de 12 doktor xizmetê dikin.
Di serî de Berlîn, Koln, Hambûrgê li gelek bajaran maseyên krîzê hatine avakirin û hem maskeyan çêdike hem jî xizmetê ji extiyaran re dike.
Hevserokê KON-MED'ê Tahir Koçer diyar kir ku li Elmanyayê milyonek û 500 hezar Kurd hene û ew dixwazin alîkariyê bi mirovên hewcedariya wan pê heye bikin.
LI GELEK NAVENDAN KAMPANYA ALÎKARIYÊ
Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) jî di serî de li derdora Parîsê li Frasnayê hem xizmeta xwarinê dide kedkarên tenduristiyê hem jî karsazên Kurd ên karê tekstîlê dikin maskeyan hildiberînin. Li Swîsreyê jî kampanya û alîkariyeke bi heman rengî heye. Li paytexta Îngilistanê Londonê Meclîsa Jİnê ya Roj alîkariyê bi extiyaran re dike. Li gelek welatên Ewropayê xizmetên bi heman rengî hene.
KOÇ: EM PIŞTGIRIYA HEV BIKIN
Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç diyar kir ku ew rewşê rojane dişopînin û bang li civakê kir: "Bi taybetî em alîkariyê bi mirovên extiyar re bikin ku derfetên wan nîne. Maske jî di nav de ji bo afirandina derfetan em hewl bidin. Bi tevneke wiha em piştevaniyê xurt bikin û bi vî rengî ji nava vê krîzê derkevin."