Corbyn: Dem hatiye ku ji bo aştiya cîhanî tevgereke aştiyê bê avakirin

Parlamenterê Partiya Karker Jeremy Corbyn diyar kir ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ew bi têkoşîna gelê Kurd re ye û got, "Ji bo parçekirina makîneya şer, dem hatiye ku tevgereke aştiyê ya cîhanî bê avakirin."

Lîderê berê yê Partiya Karker a Îngilistanê û dostê Kurdan parlamenter Jeremy Corbyn destnîşan kir ku li dijî şerê Serokkomarê Tirk Erdogan, Kurd ji bo azadî û rûmetê têdikoşin û ew bi gelê Kurd re ye.

Corbyn daxuyaniya Progressîve Înternatîonal (Enternasyonal a Pêşverû) li ser hesabê xwe yê twîtterê parve kir û ev peyam da: "Li dijî şerê giran ê Erdogan ku li dijî gelê Kurd dimeşîne, ez piştgiriyê didim têkoşîna azadî û rûmetê ya Kurdan. Ji bo parçekirina makîneya şer, dem hatiye ku tevgereke aştiyê ya cîhanî bê avakirin."