Constantine Tassoulas bû Serokkomarê Yewnanistanê

Parlamenta Yewnan ji Partiya Demokrasiyê ya Nû (ND) a li desthilatdariyê Constatine Tassoulas kir Serokkomarê nû.

Tassoulas ê 65 salî wê bikeve şûna Katerina Sakellaropoulou ku wezîfeya wê di meha Adarê de diqede.

Tassoulas ku ji sala 2019'an û vir ve ji ND'ê serokatiya parlamentê dikir, ji 300 wekîlan dengê 160 wekîlan wergirt û bû Serokkomarê nû.

Di tûra çaremîn a hilbijartinê de hikumetê piştgiriya piraniya wekîlan bi dest xist. Serokwezîr Kyriakos Miçotakis li ser medya dîjîtal daxuyaniyek da û diyar kir ku Tassoulas wê bibe 'Sembola yekîtiya neteweyî û tarantorê normalbûyîna demokratîk'.