Ciwanên li Strasborûgê di çalakiyê de nerazîbûn nîşanî PDK’ê da

Ciwanên ku çalakiya rûniştinê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Strasboûrg a Fransayê dewir girtibûn, nerazîbûn nîşanî ‘Provakasyonên PDK’ê’ yên li Başûrê Kurdistanê dan.

Ciwanên ku çalakî serê heftê dewir girtin, bi daxuyaniyeke çapemeniyê hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Di pêvajoya ku em gelê Kurd hesabê ji mêtinger û faşîzma Tirk bixwazin de, îxanet a ku herî zêde di dîrokê de bi Kurdan dide windakirin, hewl dide xwe bide sepandin.”

Ciwanan nerazîbûn nîşanî PDK’ê ya ku destpêkê hêz şandin Zînê Wertê û piştre jî ya Garê da û got: “Di salvegera şehadeta Bêrîtan de veguhestina hêzan a li qadên gerîla, nayê wateya sûd dayîna têkoşîna azadiya gelê Kurd, berovajî tê wateya derbkirina têkoşînê. Wê li dijî vê yekê helwesta ciwanan zelal be.”

Ciwanan ev bang kir: “Divê hemû ciwanên Kurd ên li Ewropayê dijîn, bi ruhê Yekîtiya Netewî li dijî van êrîşan bibin xwedî helwest.”