Ciwanên Kurd li Marîgnane ji bo Ocalan meşiyan

Li komuna Marîgnane ya li başûrê Fransayê, ciwanên Kurd ji bo Ocalan êvara Yekşemê meşiyan.

Meş ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hate lidarxistin. Li navenda bajêr danê êvarê bi beşdariya 150 ciwanî pêk hat.

Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPG û YPJ'ê hatin hildan. Her wiha ji bo Ocalan û li dijî Erdogan dirûşm hatin qîrîn. Ciwan heta pêşiya Şaredariya Marîgnane meşiyan û li ber Çerxa Şoreşê ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rê zgirtin.

Piştre bi navê ciwanan axaftina hate kirin û hate xwestin ku parêzer û malbata Ocalan karibin tavilê wî bibînin. Her wiha bang li ciwanên Kurd ên li Ewropayê hate kirin ku li dora Ocalan kom bibin.