Ciwanên Kurd li Londonê Newroz pîroz kirin
Li paytexta Qiraltiya Yekbûyî Londonê Newroza îsal vegeriya çalakiya piştevaniya bi berxwedêrên grevên birçîbûnê re.
Li paytexta Qiraltiya Yekbûyî Londonê Newroza îsal vegeriya çalakiya piştevaniya bi berxwedêrên grevên birçîbûnê re.
Di pîrozbahiyê de Alî Poyraz, Nahîde Zengîn û Mehmet Saît Yilmaz ên ji 14’ê Adarê û vir ve li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Londonê di greva bêdawî û bêdorveger den axivîn.
Di axaftinên hatin kirin de bal hate kişandina ser rola jin û ciwanan a di vê pêvajoyê de bang hate kirin ku divê hemû gel di çarçoveya vê pêşengtiyê de bi erka xwe rabin.
Dîsa hate gotin divê di vê pêvajoyê de tu kes bêdeng nemîne. Li qada pîrozbahiyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Leyla Guven û Zulkuf Gezen hatin bilindkirin.
Piştî axaftin û gerandina govendê û şûnde li baxçeyê navendî agirek mezin hate dadan. Ciwanên li dora agir govend gerandin guleyên hewayî teqandin û nîva şevê jî heta Harîngeyê meşiyan.
Piştî meşa du saetan dom kir û şûnde li pêşiya Manor Haûse rê li trafîkê girtin. Li ser girtina rê li trafîkê polîs hatin cihê bûyerê.
Li navbera polîsa û ciwanan alozî derket, ciwanan demek dirêj çalakiya xwe domandin.
Piştre ciwanan meşa xwe dom kir hata Navenda Civaka Kurd.