Ciwanên Kurd ên li Parîsê dewleta Tirk şermezar kirin

Li paytexta Fransa Parîsê, ciwanên Kurd êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi meşekê şermezar kirin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li dijî hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê, li Parîsê bi meşekê şermezar kir.

Di dema meşê de daxuyaniyek hate dayin û hate ragihandin ku ev êriş li dijî Kurdan hemûyan êirşa qirkirinê ye.

TCŞ'ê bal kişand ser serketina Garê û diyar kir ku wê dawî li rejîma faşîst bê.

Di meşê de tim û tim dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Ciwan fedayiyên Apo ne" û "Bijî berxwedana gerîla" hatin qîrîn.

Çalakî piştî saetekê bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.