Ciwanên Kurd ên li Atînayê çalakî li dar xistin: Em ê tolê hilînin!

Êrişên dewleta Tirk û tecrîda li Îmraliyê li Atînayê hate şermezarkirin.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li qada Monastiraki ya paytexta Yewnanistan Atînayê, ku cihekî tûrîstîk e, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakî lidar xistin.

Ciwanan di dema çalakiyê de daxuyanî dan û gotin, "Dewleta Tirk dixwaze qir bike. Mîna li her qadê em ê li deverên ku lê ne tola mezin ji dijmin hilînin. Ji bo azadiya Rêberê xwe em ê têbikoşin."